Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin

  • jin
  • 15:41 31 Kanûn 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê, 39’emîn rojbûna Denîz Poyraz li ser gora wê pîroz kir. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê rojbûna Denîz Poyraz a di 17’ê Gulanê de di êrişa çekdarî ya ser avahiya HDP’a Îzmîrê de ji aliyê Onûr Gencer ve hat qetilkirin, li ser gora wê pîroz kir. Dayik Fehîme Poyraz, ferdên malbatê, Hevseroka Bajêr Bedriye Tekgur, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, endamên Jin bi Hev re Hêz in û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. 
 
ROJBÛNA WÊ YA 39’EMÎN HAT PÎROZKIRIN
 
Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Bedriye Tekgur a di bernameyê de axivî, qala danişîna di 29’ê Kanûnê de hat dîtin kir û wiha got: “Kujer ji hêzên dewletê alîkarî girt. Ya ku Poyraz qetil kir zimanê desthilatê yê bi jehr ku piştgiriya kujer kir e. Denîz wê îro bibûya 39 salî. Heke nehatibûya qetilkirin wê îro li malê rojbûna xwe pîroz kiribûya. Em ê Denîz Poyraz di hemû dilan de bidin jiyîn. Denîz tu rehet raz e em ê têkoşîna te bidomînin û aştiyê bînin vî welatî.”
 
DAYIK POYRAZ: BILA DILÊ WE REHET BE
 
Dayik Fehîme Poyraz jî wiha axivî: “Ez li pêşberî dayikên ku zarokên wan di zindanê de ne û şehîd ketine bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Denîz ne Denîza min tenê ye Denîz ya gelê kurd e. Dilê dayikan ji dilê min zêdetir şewitî ye, ji min zêdetir têkoşiyane. Denîz keça min serê xwe rake, binêre ka dayik ji bo te çi dikin. Bila dilê te rehet bibe. Dijmin xwest Denîzê winda bike lê bi hezaran kesên weke te gihan. Te zanîbûya ku vî gelî van dayikan ji bo te çi kir. Bila rojbûna te pîroz be Denîza min. Bila heqê min li te helal be. Min soz daye te ez nagirîm.”