Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike

  • jin
  • 09:09 25 Kanûn 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên li Îzmîrê ku piştgiriya malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê çalakiya Nobeda Edaletê li dar dixin dikin gotin: "Wezareta Dadê û ên welêt bi rê ve dibin sûc dikin." 

Nobedên edaletê yên malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tê şewitandin dan destpêkirin didomin. Dayikên girtiyan ên li Îzmîrê jî piştgiriya xwe ya ji bo Nobeda Edaletê ragihandin û diyar kirin ku daxwazên malbatan daxwazên her kesê ku doza edaletê dikin. 
 
DARAZ ŞIRÎKÊ SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ YE
 
Sûltan Yagmekan, dayika Firat Yagmekanê 14 sal in girtî û di Girtîgeha Kiriklar a Tîpa F'yê ya Jimare 2'yan de ye, anî ziman ku li Tirkiyeyê hiqûqê û mafên mirovan ji hêla daraza siyasîbûyî tên binpêkirin û got: "Ez jî wekî dayika girtiyekî Nobeda Edaletê ya li baroyan hatiey destpêkirin ji nêz ve dişopînim. Em pir li ber dikevin ku girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin nayên berdan. Ger li welêt edalet hebûna, me doza tiştekî wiha nedikir. Li ber berdana ên înfaza wan tên şewitandin tu astengî tune ne. Tim 'poşmanîtiyê' ferz dikin. Mirov ji ber fikirên xwe yên siyasî 30 salan di girtîgehan de dimînin, ev bi tena serê xwe sûc e li hember mirovahiyê. Ez xwedî li Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan derdikevim. Bila daxwazên malbatên bên pêkanîn û demildest girtî bên berdan." 
 
ASTENGKIRINA LI BER BERDANA GIRTIYAN
 
Fatma Surme, dayika Bunyamîn Surme yê 14 sal in girtî û di Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Tîpa F a Jimare 2'yan û Ahmet Surme yê 5 sal in girtî û di Girtîgeha Tekirdagê ya Tşpa F'yê de, destnîşan kir ku neberdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin sûc e. Surme, diyar kir ku daxwazên malbatên Nobeda Edaletê dane destpêkirin daxwazine pir mafdar in û got: "Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan rû didin. Li tu devera cîhanê feraseteke hiqûqê ya wisa tune ye. Ez şewitandina înfazan qebûl nakim. Êdî em naxwazin zarokên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Wezareta Dadê û yên welêt bi rê ve dibin sûc dikin. Divê tecrîda li ser rêberê PKK'ê bê rakirinî demildest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan." 
 
‘BILA ZAROKÊN ME NEMIRIN'
 
Medîne Kaymaz, dayika Bayram Kaymaz ê 26 sal in girtiye û di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de ye, destnîşan kir ku daxwaza malbatan daxwaza hemû kesên doza edaletê dikin û lewma demildest divê girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Kaymaz got: "Niha înfaza bi hezara girtiyan tê şewitandin û cezayên wan taloq dikin. Em dayik dixwazin demildest dev ji vê helwesta dijminatiyê ya li hemberî zarokên me bê berdan. Dewlet bi salan e zilmê li gelê kurd dike, wan sirgûn dike û dikuje. Êdî bes e. Em naxwazin zarokên me di zindanan de bimirin. Îro ro girtîgeh veguherîne qadên îşkenceyê. Em naxwazin tu kes jî bimire." 
 
MA / Hakan Yalçin