Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê

  • jin
  • 14:28 3 Kanûn 2021
  • |
img
SÊRT - Di danişîna tecawizkar Mûsa Orhan de dema ku nameya Îpek Er a beriya întihar bike nivîsandibû dihat xwendin rewşa dayika wê Hakîme Kiliç ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê. 
 
Danişîna 5’emîn a doza ku bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” derbarê çawişê pispor Musa Orhan ku tecawizî Îpek Er kiribû û bûbû sedem ku întihar bike de hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê didome. 
 
Di danişîn bi parastina parêzeran didome. Parêzeran dema ku nameya Îpek Er a beriya întihar bike nivîsandibû xwendin rewşa dayika wê Hakîme Kiliç ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê. 
 
Hat ragihandin ku rewşa Kiliç baş e.