Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin

  • jin
  • 14:10 3 Kanûn 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Pêkhateyên TJA’ya Mêrdînê, li dijî tecrîda li Îmraliyê bang li CPT’yê kirin û wiha gotin: “Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê jinan daxuyanî endama TJA’yê Munevver Olker da. 
 
Olker bi bîr xist ku gelek serlêdanên parêzer û malbata Ocalan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane bêbersiv hatine hiştin û wiha got: “Birêz Ocalan nêzî 23 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Em baş dizanin ku dixwazin di kesayetiya birêz Ocalan de dixwazin rêhevaltiya dîrokî ya jinên kurd a dîroka têkoşînê nivîsandine bifetisînin. Tecrîda tê bi rê ve birin di serî de jin bandorê li hemû civakê dike.”
 
BANG LI CPT’YÊ KIRIN
 
Olker bi lêv kir ku kûrbûna qeyrana aboriyê ya li welat, encama tecrîdê û neçareserkirina pirsgirêka kurd e û anî ziman ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) werin sepandin. Olker, bang li Komîteya Pêşîligirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir û xwest lêkolîneke bi bandor were kirin. Olker, dazanîn ku têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye û destnîşan kir ku rêya têkoşîna li dijî kesên dixwazin têkoşîna azadiyê jinê bifetisînin, di hilweşandina tecrîde de derbas dibe.
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.