Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman

  • jin
  • 16:28 1 Kanûn 2021
  • |
img
ÇEWLIK - Hat angaştkirin ku xwendekara bi navê Şîfanûr a li wargeheke Çewlikê dima întihar kiriye. 
 
Hat angaştkirin ku li taxa Kaleonuyê ya Çewlikê, li Wargeha Xwendekarên Keç a Pîr Alî Bey xwendekarekê întihar kiriye. Li gorî angaştê xwendekara bi navê Şîfanûr a paşnavê wê nehat hînkirin xwe ji qata 4'an avêtiye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Li ser agahdarkirina peywirdarên wargehê tîmên tenduristiyê û polis hatin cihê bûyerê û cenazeyê Şîfanûr rakirin morga nexweşxaneya bajar. 
 
Li aliyê din dozgerê ku ji bo lêkolînkirina cihê bûyerê hat wargehê jî xwendekar û peywirdarên wargehê hişyar kiriye ku derbarê bûyerê de tu agahî parve nekin.