Jinên kedkar: Em li dijî êrîşa li ser Efrînê xwe bi rêxistin bikin

  • jin
  • 09:07 10 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Kararhanci, li dijî êrîşa li ser Efrînê bertekên xwe anî ziman û got: "Berxwedana jinan hêviyê dide me hemû jinan. Divê em li dijî êrîşan xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê pêş bixin." 

Endamên Jinên Kedkar (EKA) bertek nîşanî êrişa Tirkiye ya li ser Efrînê dan û xwest jin li dijî êrîşan xwe bi rêxistin bikin. Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Karahanci, diyar kir ku jin li dijî şer pêşengiya berxwedanê dikin û wina got: "Berxwedana ku jin di navde cih negire nagêje serkeftinê. Divê hemû jinên bindest û jinên berxwedêr li dijî şer têkoşînê xurt bike û di ber xwe bide. 
 
 
‘ŞOREŞA ROJAVA HÊVIYÊ DIDE ME' 
 
Karahanci, diyar kir ku gelê kurd li Rojava şoreşê pêş dixin û serkeftinê pêş dixin û wiha got: “Li vir jin pêşengiya şoreşê dikin. Jinan li dijî hemû jiyana qirêj ku li ser wan ferz dikin bi şer bersîv dan. Jinan di şerê heyî de gavên mezin bi dest xist. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Jinan hem di şer de pêşengî kirin û hem jî jiyana komîn ava kirin. Di nava rêveberyan de cih girtin. Berxwedana jinan ji bo me hemû jinan dibe hêvî. Serkeftina ku jinan li Rojava û Kobanê bi dest xistin, ji bo hemû gelên ku aştî û demokrasiyê dixwaze bû hêvî. Şoreşa ku gelê kurd pêş xist, dewletên faşîst ev yek ji bo xwe wekî gef pênase kirin. Ne tenê Tirkiye 4 dewletên ku Kurdistan perçe kirine şoreşa kurdan ji bo xwe wekî gef pênase kirin. 
 
'EV ŞERÊ AZADIYA GELAN E' 
 
Karahanci, anî ziman ku hikûmeta Tirkiye serkeftina Kobanê tehamûl nake û wiha got: “Di cejna Qurbanê de çeteyên DAIŞ'ê di sînor de derbas bûn. Piştî çete di sînor re derbas bûn komkujiyan dest pê kir. Piştî vê yekê Erdogan got ‘Kobanê ket, dike bikeve' Tevî hemû hewldanên komujiyê Kobanê bi ser ket. Di Kobanê de berxwedanek bê sînor hebû. Bû şerê azadiya gelan." 
 
‘GELÊ KURD AZAD BIBE EM JÎ DÊ AZAD BIBIN'
 
Karahanci, anî ziman ku qedera jinên bindest û jinên kurd bi hevve girêdayî ye û wiha berdewam kir: “Ger ku jinên kurd azad bibin em jî dê azad bibin. Zext û faşîzma herî mezin li ser gelê kurd pêş ket. Em tu kes nikarin xwe ji vî şerî xelas bikin. Ji ber vê yekê divê em gelê Kurt bi tenê nehêlin. Ne tenê gelê kurd, gelek azadî dixwaze ji ber vê yekê tê qetilkirin. Karker û kedkar divê li dijî şer bêdeng nemînin. Kolan şer naxwazin. Lê Îktîdar dixwaze serkeftina li Kobonê derket pêş li Efrînê bifetisîne." 
 
‘EM DÊ SERKEFTINÊ BI DEST BIXIN' 
 
Karahanci, herî dawî bertek nîşanî êrîşa li ser Efrînê da û wiha got: "Tu aliyê ku mirov piştgiriyê bide êrîşa li ser Efrînê tune ye. Êrîşî gundiyan, sivîlan, zarok û jinan dikin. Êrîşî gundên elewiyan dikin. Jin û zarokan didin ber guleyan. Kesên ku bêjin ez mirovim, piştgiriyê nade êrîş û şerê li ser Efrînê. Li Tirkiye 2 serhildanên mezin pêş ketin. Yek jê serhildana Gezî bû ya din jî ya Kobanê bû. Em wekî gel li dijî vî şerî serî xwar nakin û em dê bi ser bikevin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî şerê emperyalîst ê li dijî gelê kurd peş dikeve bêdeng nemînin. Divê kedkar, karker û bindestên li Tirkiye hemû li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Divê tev ji şerê li ser Efrînê re bêjin na. Hêza herî mezin ku li dijî şer derkevin jin in. Divê jin li dijî şer û êrîşan xwe bi rêxistin bikn û hêza xwe xurt bikin."