Rîtim Kolektîf ji niha ve dest bi amadekariyên 8'ê Adarê kir

  • jin
  • 09:03 10 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL – Koma rîtimê ya jinan Rîtim Kolektîf , ji bo bernameya xwe ya 8'ê Adarê ji niha ve dest bi provayan kir. Yek ji avakarên Rîtm Kolektîfê perwerdekar Selda Ozturk got: "Em berxwedana xwe û gotina xwe bi rîtiman îfade dikin." 

Koma rîtimê ya jinan Rîtim Kolektîf ku ji aliyê jinên di bin banê Kolektîfa Sosyalîst û Feminîst ve di sala 2009'an de hat avakirin, beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest bi provayan kir. Ev kom her sal beriya Meşa Şevê ya Feminîst a 8'ê Adarê ji bo şahiyê amadekariyan dike û hin çalakiyan li dar dixe. Kom ji 27 jinan pêk tê. 
 
KOMA RÎTIMÊ YA JINAN KOMEKE PIRDENGÎ Û PIRZIMANÎ YE 
 
Jinên ku enstrumanên wek gîtara bas, kanûn, ûd, flut, keman, çello û baxlemeyê lê didin bi kurdî, tirkî û ermenî distrên. Wê îsal jî kom di 8'ê Adarê de derkeve ser dikê û ji niha ve amadekariyên vê yekê dike. Yek ji avakarên Rîtm Kolektîfê perwerdekar Selda Ozturk got: "Me her sal ev şahî li dar xist û em ê ji niha û pê ve jî li dar bixin. Hejmara me her sal diguhere. Em polên nû jî vedikin. Em salê carekê vê şahiya taybet li dar dixin. Ji bilî vê em tev li çalakiyên cuda yên jinan dibin û em berxwedana xwe û gotina xwe bi rîtiman îfade dikin." 
 
Ozturk got wateyeke cuda ya 8'ê Adarê ji bo wan heye û ji ber vê beriya 8'ê Adarê ew demeke dirêj dest bi xebatên xwe dikin û got: "Em jin tim li cem hev cih digirin û girîngiyê didin piştevaniyê. Ji bo em dengekî hîn xurtir derxînin em bang li hemû jinan dikin." 
 
Çagla Parlak ku nêzî 6 salin di Rîtim Kolektîfê de li darbûqeyê dixe, bi lêv kir ku cihgirtina di komê de ji bo wê pir bi qîmet e û got: "Em hemû bi awayekî ji qadên cuda yên têkoşîna jinê hatine an jî tevî jinên ku nehatine ji bo em muzîkeke hevpar îcra bikin hatin gel hev. Em vê yekê jî wek sekneke hevpar a jinê bi hev re bi rê ve dibin. Yanî îcrakirina muzîkî bilêvkirina gotinê ye ji bo me. Ji ber vê ji bo me pir biqîmet e. Ji ber vê em her sal di 8'ê Adarê de konseran li dar dixin û bi jinên ku em bi wan kêfxweş dibin re tên gel hev." Parlak destnîşan kir ku her diçe têkoşîna jinê xurtir dibe û ji bo daxwazên jinên bînin ziman ew ê di 8'ê Adara îsal de dakevin kuçeyan. Parlak bang li hemû jinan kir ku Rîtim Kolektîfê guhder bikin. 
 
‘RÎTIM JI BO ME NAVGÎNA LIGELHEVBÛNÊ YE' 
 
Begum Acar a ku 5 mehin di Rîtim Kolektîfê de cih digire û li darbûqeyê dixe, diyar kir ku ew rîtimê wek navgîna ligelhevbûnê dibîne û got: "8'ê Adarê ji bo me yek ji wan rojên herî girîng e. Em her sal amadekariyên vê şevê dikin. Çimkî rîtim tenê ne tişteke ku em muzîkê çê dikin. Dema em muzîkê çê dikin, di heman demê de ji bo em dengê berxwedanê derxînin tiştekî kolektîf dikin. Em bi hev re dengê xwe derdixînin û li ser dikê dibin dengê jinê." 
 
‘EM Ê BI MUZÎKÊ LI BER XWE BIDIN' 
 
Acar, 8'ê Adarên di bin şert û mercên Rewşa Awarte de tên pîrozkirin bi bîr xistin û got, li hemberî şert û mercên bi vî rengî muzîk û rîtim yek ji rêbazên têkoşînê ne û ew ê tim û tim bi muzîkî li ber xwe bidin. Acar destnîşan kir ku ew bawer dike ku wê di 8'ê Adara îsal de qelebalixtir bin û ew ê di her şert û mercî de berxwedana xwe bidomînin. 
 
Kesên dixwazin hay ji çalakiyên Rîtim Kolektîfê bibin an jî tev li komê bibin dikarin bi riya vê navnîşanê pêwendiyê bi komê re deynin: kadinritimgrubu@gmail.com