' Tolhildana ji bedenên mirî, ji bilî aciziyê ne tiştekî din e’

  • jin
  • 14:10 3 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL – Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Karahanci bertek nîşanî îşkenceya li bedena endama YPJ’ê Barîn Kobanê hat kirin da û got: “Dixwazin tola xwe ji bedenên mirî derbixin. Tolhildana ji bedenên mirî, ji bilî aciziyê ne tiştekî din e.” 

Di êrîşên Efrînê de endama YPJ’ê Emîne Mustafa Omer (Barîn Kobanê) jiyana xwe ji dest da û bedena wê hat teşhîrkirin. Tazîkirina bedena endama YPJ’ê Omer, rêbazê tazîkirina bedena endama PKK’ê Kader Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku di 10’ê tebaxa 2015’an de li navçeya Gimgima Muşê jiyana xwe ji dest da raxist ber çavan û anî bîra mirovan.  Derket holê koma Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) ku girêdayî Tirkiyeyê êrîşî Efrînê dikin, li bedena endama YPJ’ê Omer tazîkirine û işkence lê kirine. Her wiha endamên OSO bedena lê îşkence kirin bi kamerayan kişandin û parve kirin. 
 
DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ SOHR Û MEDYA DERVE PARVE KIR 
 
Çapemeniya mîna Guardian û Reuters jî dîmenên OSO parve kirin li ser malperên xwe belav kirin. Wêne û dîmenên Omer, pêkhateya Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR) ku navenda wê li Îngîltereyê ye jî parve kir û li çapemeniya cîhanê wek nûçe deras bû. Mala Çavdêriyê ragihand ku Omer li gundê Qurna ya bi ser navçeya Bilbila Efrînê ve ji aliyê OSO’yê ve li nêzî sînorê Tirkiyeyê kuştin e. 
 
‘EM BERXWEDANA DÎROKÎ BI HEV RE TEMAŞE DIKIN’ 
 
Parvekirina îşkence û teşhîrkirina bedena Omer rastî nerazîbûnên tund tê. Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Karahanci der barê vê îşkenceyê de got: “Hêzên paramîlîter ên dewleta faşîst ku ji şoreşê aciz in ewil şandin Kobanê. Niha jî bi navê OSO dişînin ser gelê Efrînê. Em hemû bi hev re li berxwedana dîrokî ya Efrînê temaşe dikin. Ev têkoşînek wiha ye ku ne bi pereyan, bi rûhê dildarî, fedekarî, şoreş û parastina gelan birêve dibin.” 
 
‘DIXWAZIN TOLA XWE JI BEDENA MIRÎ DERBIXIN’
 
Karahanci bal kişand ser îşkenceya li Omer hatiye kirin û got: “Dixwazin berxwedana Avesta Xabûr û Barîn Kobanê vala derbixin. Îşkencekirina jinên nemirin, di fitrata dewleta faşîst de heye. Dixwazin tola xwe ji bedenên mirî derbixin. Tolhildana ji bedenên mirî, ji bilî aciziyê ne tiştekî din e. Dê carek din jinên leheng ên kurd wê faşîstên oldar li ber çavê hemû cîhanê têk bibin.”