Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan

  • jin
  • 13:46 8 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Zela Bîlgîn a girtî tê darizandin, di danişîna ewil a dozê de, diyar kir ku çalakiyên ew tevlîbûn, hemû di çarçoveya ramana azad de bûne.
 
Yekemîn danişîna doza Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn a bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtî tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bîlgîn ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Bîlgîn Sîdar Gumuş û Diyar Çetedir li eywanê amade bûn. Heyeta dadgehê biryar da ku dosyaya berê ya Bîlgîn jê dihat darizandin û ya niha bikin yek. 
 
Piştî danasîna nasnameyê Bîlgîn parastina xwe kir. Bîlgîn, diyar kir ku ew berdevka KCD'ê bû û wiha axivî: "Min di nava KJA û TJA'yê de cihê xwe girtiye. Min bi awayekî çalak li dijî tundiya li ser jinan û têkildarî îstismara zarokan xebat kiriye. Di Komeleya Rosayê de min têkildarî jinên bi tundiyê rû bi rû diman xebat dan meşandin. Komeleyên min di nava wan de cihê xwe girt têkiliya wan bi rêxistnekê re tune ne. Di çarçoveya azadiya rêxistinê de ez beşdarî van faliyetan bûme. Ez beyanên şahidên nepen qebûl nakim. Hemû çalakiyên ku ez tevlî bûn, di çarçoveya ramana azad de bûn."
 
Piştre dozger mutalaya xwe ji dadgehê re pêşkeş kir. Dozger daxwaza dewama girtina Bîlgîn kir. 
 
Parêzerê Zelalê Sidar Gumuş, diyar kir ku girtin her tem muwekîla wî mexdûr dike û xwest muwekîla wê bê berdan. Parêzer Diyar Çetedir jî, wiha got: "Çalakiyên hatine kirin di pêvajoyeke îllegal de nehatine kirin. Îhtimala reşkirina delîl û revandina muwekîla min tune ye. Ez tehliyeya muwekîla xwe daxwaz dikim"
 
Heyeta dadgehê piştî navberek kurt daxwaza xwestina demê ya parêzeran qebûl kir, biryara dewama girtina Bîlgîn da û danişîn taloqî 2'yê Îlonê kir.