Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin

  • jin
  • 14:08 4 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku her diçe sûcê îqtîdarê yên li dijî jinê zêdetir dibin û wiha got: "Li dijî polîtîkayên şer û tundiyê herî zêde jin têdikoşin. Herî zêde jin muxalefetiyê dikin." 
Tifaqa mêr a AKP-MHP'ê bi şer û kaosê li ser piya ye. Di bingeha şer û kaosê de dijminatiya li dijî kurdan û jinan heye."
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo ku xeta têkoşîna polîtîk a serdema nû diyar bike li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acara Başaran, beriya civînê axivî. Ayşe Acar diyar kir tifaqa mêr a AKP-MHP'ê ku bi şer û kaosê dixwaze li ser piyan bimîne her roj li dijî jinan û civakê sûcekî dî dike. Başaran, bal kişand mikurhatinên Endamê mafya Sedat Peker û got careke din hatiye dîtin ku salên 90'î çawa toreke gemarî ya têkiliyan hatiye danîn û kuştinên li ser vê hevkariya gemarî hê li hêviya ronîbûnê ne. 
 
Ayşe Acar Başaran, bi bîr xist ku duh salvegera 27'an a qetilkirina Savaş Buldan û hevalên wî bû û got: ''Em wan bi hurmet bi bîr tînin. Em careke din bi bîr dixin, me gavek jî ji têkoşîna xwe ya ji bo îfşakirina têkiliya dewlet-mafyayê bernedaye û heta ku em encamekê bi dest bixin em ê têbikoşin." 
 
'QIREJIYÊN WAN TEV TEŞÎR BÛN' 
 
Ayşe Acar Başaran, têkoşîna Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Pirsûsê û dayikên kesên di Komkujiya Enqereyê de hatine qetilkirin bi bîr xist û wiha lê zêde kir: "Li gel van dayikan li dijî van polîtîkayên qirêjî em têkoşiyan û me adalet xwest.' Desthilata tirk ku ku bi polîtîkayên gemarî dixwaze dengê jinan bibire di nav xwe de çawa bûye parçeyek ji têkiliya mafya-çete û derketiye holê mekanîzmaya siyaset-dewlet-darazê çendî riziyaye. Dayikan her tim daxwazên edaletê anîn ziman. Lê îqtîdarê her tim hewl da dengê jinan qut bike û polîtîkayên qirêj veşêre. Bi vê yekê carek din nîşan da ku têkiliyên nava wê yên mafya-çete-siyasetê çawa xera bûne. Van geşedanan dît ku têkiliyên siyaset-dewlet-darazê çiqas xera bûne."  
 
Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser daxuyaniyên Sedat Peker û got: "Bi van mikurhatinê tişta ku bi salan e ew pê dizanin û dibêjin, ''polîtîkayên gemarî yên şer ên tifaqa mêr a AKP-MHP'ê li hundir û derve teşîr bûne. Bi vê aşkerebûnê re careke din derketiye holê ku dewlemendiya gel çawa dane şer û sermiyadaran. Dîsa derketiye holê di bingeha şer û kaosê de dijminatiya li dijî kurdan û jinan heye.  Îtîfaqên mêr, li hundir û derve yên şerê qirêj hatine teşhîrkirin. Di bingeha şer û kaosê de dijminantiya Kurdan û jinan heye. Ev tifaq careke din nîşan dide ku piştgiriyê dide dijminantiya jinan. 
 
 
Ayşe Acar başaran, anî ziman ku li dijî van sûcên ku hatine kirin bêdengî tê wateya pejirandina cinyetên kiryar nediyar, pejirandina komkujiyên Gezî, Pirsûs û Enqerê û wiha berdewam kir: "Jin wê destûrê nedin ku hûn rejîma serwer a mêr ku hûn xeyalê wê dikin ava bikin. Hûn ê bi zext û destgîrkirinan nikarin jinan bêdeng bikin.'
 
'BI TECRÎDÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKIN'
 
Ayşe Acar Başaran, li ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û got: ''Polîtîkayên tecrîdê ku li Imraliyê dest pê kiriye û li hemû girtîgehan berbelav bûye, di serî de li ser jinan tê xwestin ku li ser hemû civakê were danîn. Li dijî hewldana desthilatê ku dixwaze krîza xwe bi rejîma şer bidomîne em jin em ê ji bo aştiyeke bi rûmet, heta ku tecrîd were şikandin têkoşînê bidomînin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye, li hemû girtîgehan û li ser hemû civakê belav bûye. Em baş dizanin ku bi polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li girtîgehan belav kirine, dixwazin li ser hemû jinan û civakê belav bikin. Îqtîdar dixwaze bi qeyrana xwe rejîma xwe ya şer bidomîne. Em jin dê her tim aştiyê bixwazin û li dijî şer têbikoşin. Polîtîkaya tecrîdê encama polîtîkaya şer e. Ji ber vê yekê tecrîd sûcê mirovahiyê ye." 
 
XIZANIYA JINAN 
 
Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser kampanya Meclîsa Jinan a HDP'ê ya "Ji xizaniya jinan re na, ji bo jinan edalet" û wiha bi dawî kir: "Em li Herêma Anatoliyê û Egeyê bi jinan re hatin cem hev. Herî dawî em li Riha, Semsûr û Dersimê bi jinan re hatin cem hev. Me dît ku îqtîdar hebûna xwe bi şer diparêze. Bi rant û talanê hebûna xwe diparêze. Êrîşî destkeftiyên jinan dike. Bi vekişandina Peymana Stenbolê, bi berdana tacîz, tecawizkar û kujerê jinan dijminantiya jinan didomîne. Li aliyê din jinan xizan dihêle, mafê wan xesp dike. "