TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev

  • jin
  • 17:01 3 Hezîran 2021
  • |
img
AMED – TJA û endamên Meclisa Jinan a HDP’ê li navçeya Rezan bi dayikan re hatin gelhev û qurnefîl li wan belav kirin. 
 
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Rezan a Amedê bi dayikan re hatin gelhev. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û gelek Dayikên Aştiyê tevlî bernamyê bûn. 
 
‘WÊ TÊKOŞÎNA JINÊ DESTHILATA BAVIKSALAR TÊK BIBE’
 
Huda Kaya di bernameyê de axivî û ev tişt got: “Ji ber zaliman em jiyaneke jinane ya bi bedeleke kûr dijîn. Ez we ji dilê we maçî dikim. Em ê yên ku ji me re gotin ‘oxx’ bişînin. Dawiya zaliman hat, têk diçin. Dawiya hev anîn. Wê têkoşîna jinan dawî li desthilata baviksalar bîne.”
 
Bername bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.