Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine

  • jin
  • 10:42 1 Hezîran 2021
  • |
img
RIHA – Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku li Rihayê bi kedkarên jin re hevdîtin kirin, diyar kir ku jinên bi salan e li dijî pirsgirêkan têdikoşin êdî hêviyek wan ji desthilatê nemaye û ev tişt got: “Ev xaka weke welatê nan tê zanîn jin lê hewceyî nan hatine kirine.”
 
Hevdîtinên Meclisa Jinan a HDP’ê di 10’ê sibatê de starta kampanya “Ji bo Jinan Edalet” da û di çaroveya vê kampanyayê de di 5’ê nîsanê de hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinan re Na” da destpêkirin. Van hevdîtinên meclisê didomin û herî dawî li Rihayê bi jinan re hevdîtin pêk anî. Rexmî ku li bajar 4 milyon donim erd tê avdan û ji sedî 45’ê pêwistiya pembû, ji sedî 22’yê garis, ji sedî 13’ê ceh û ji sedî 9’ê genimê welat dabîn dike jî her sal bi sed hezaran kes herî kêm 6 mehên salê li dûrî mala xwe di nav şertên ne baş de karkeriya demsalî dikin. 
 
Rewşa karkerên çandiniyê yên li bajar jî ne cudatir e. Saetên dirêj dixebitin û bedila keda xwe nagirin. Serê sibehê saet di 05.00’an de diçin erdên nîsk, pembû, genim û ceh û heta reşika mexrebê dixebitin. Tenê 50 TL digirin. Karê jinan li vir jî naqede. Dema ku vedigerin malê jî heta derengiya şevê karên malê dikin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku li bajar bi kedkarên jin re hat gelhev, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û çavdêriyên xwe vegot.
 
XIZANIYA JINAN
 
Berdevk Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku li hemû bajaran pirsgirêkên jinan heman in û wiha got: “Divê mirov bibîne ku rewşa li vir û rewşa li Aydin û Konyayê ji hev ne cudatir e. Me careke din li vir dît ku xizaniya jinê çiqas kûr bûye. Lê bele cudabûna vir heye. Ev der ji dîrokê ve bajarê çandiniyê ye. Lê me li vir dît ku çandinî û cotkar bi çi zehmetiyan re rû bi rû ne. Li cihê ku divê av pir be me dît ku av tuneye. Jin rojane 50 TL digirin. Ev jî nîşan dide ku jin nikarin fikî û zêrzewatên ku datîtin û diçînin bikirin. Dema ku  vedigerin malê jî neçar dimînin ku bixebitin.”
 
HÊVIYA WAN JI DESTHILATÊ TUNEYE
 
Başaran, da zanîn ku jin li Rihayê xizaniya herî kûr dijîn û ev tişt anîn ziman: “Êdî ji bo çareseriyê hêviya jinan ji desthilatê nemaye. Jin dibejin ku tên wan guhdar dikin lê pirsgirêkên wan çareser nakin. Ji bo ku xizaniya jinê bê dîtin tişta ji destê me bê ez ê bikim. Ev xak weke welatê nan tê zanîn lê rewşe ku hewceyî nan hatiye kirin heye. Jin li welatê nan hewceyî nan hatine kirin. Em ê hemû çavdêriyên xwe bi raporekê ji raya giştî re ragihînin. Divê ku jin bi awayekî ewle bixebitin.”
 
MA / Emrûllah Acar