10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min

  • jin
  • 09:11 29 Gulan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Dayika Xezal Kilinç a ku 10 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye diyar kir ku bi wê hesretê xwîn çûye ser mêjiyê wê û felc dimîne û got: "Beriya ez bimirim dixwazim azadiya kurê xwe bibînim." 

Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan bi dawî nabin. Bi hezaran siyasetmedarên kurd li girtîgehan tên ragirtin û bi zext û muameleyan xerab re rûbirû dimînin. Gelek girtî jî di çarçoveya polîtîkayên taybet de tên sirgûnkirin. Hin malbat hene ku bi salan e nikarin zarokên xwe bibînin. 
 
Girtî li girtîgehên ji malbatên xwe dûr tên ragirtin û ji mafê herî sereke yê  hevdîtinê  bêpar tên hiştin. Dayîkên ku bi salan e zarokên xwe nabînin bi hesreta dîtina zarokên xwe dijîn. Yek ji van dayikan jî dayika Dervîş Kilinç ê ku   niha di Girtîgeha Amedê de tê ragirtin e. Cezayê heta hetayê li Kilinç tê birîn û ji sala 1992'yan ve girtî ye. 
 
29 SAL IN BI HESRETA AZADIYA WÎ DIJÎ
 
Tê gotin hema bêje girtîgehek ku têde nemaye tune ne. Kilinç di temenek biçûk de hatiye girtin û niha 57 salî ye. Dayika wî Xezal Kilinç 10 sal in nikare kurê xwe bibîne û dibêje ku ew 29 sal in bi hesreta azadiya lawê xwe dijî.
 
Dayîka Xezal ku nikare hesreta kurê xwe bêtir ragire di sala 2018'an de xwîn diçe ser mêjiyê wê û ji ber vê yekê felc dimîne û niha ew nexweşek li nav nivînan dijî ye. Dayik Xezal niha bi hêviya ku rojekê kurê xwe azad bibîne dijî. 
 
'10 SAL IN MIN WÎ NEDÎTIYE' 
 
Dayika Xezal a ku  her carê qala kurê xwe dike hêsirên çavê wê mîna dilopên baranê li pey hev dibarin û diyar dike ku ew bi hêviya ku wê carekî kurê xwe serbest bibîne dijî û wiha got: "Kurê min di sala 1992'yan de hat girtin. Dema ku hatî girtin şandin girtîgeha Amedê. Pişt re her sal sirgûnî bajarekî din kirin. Di wan salan de hevdîtina me bi wî re çênedibû. Piştî ku derfetên me çêbûn me hevdîtin pêk anîn. Herî dawî sirgûnî Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T kirin. Ji ber ku ez nexweş bûm û derfetên min tunebûn, ez nediçûm hevdîtinên wî. Ev 10 sal in ez kurê xwe nabînim. Rojeke ku ez kurê xwe nefirikim tune ye. Herî dawî ji ber hesret û mereqa wî ez nexweş ketim. Xeyala min û daxwaziya min tenê rojekî ditina azadiya wî ye. Ev nêzî 30 sal in di girtîgehê de ye. Bifikirin dayikek 30 salan azadiya zarokê xwe nabîne. Ji kenê wî, hêrsbûna wî acizbûna wî û her tiştekê wî tu bêpar dimînî..."  
 
'HÎN KU EZ NEMIRIM DIXWAZIM AZADIYA KURÊ XWE BIBÎINIM' 
 
Kilinç anî ziman ku ew daxwaz dike ku kurê xwe bibîne û got: "Ez gelek pê diqehirim. Xemeke gelek giran e. Ez gelek dixwazim ku bê berdan. Ez dixwazim ku destê hemû dayîk û zarokan bigihîjin hev. Zarokên me dibin cihên herî dûr. Ez nexweşim nikarim biçim. Derfetên me tune ne ku em biçin. Xwedê tu dayikan ji zarokên wan dûr neke. Ez ne tenê ji kurê xwe re, ji hemû heval û hogirên wî re azadiyê dixwazim. Emrê min 80'ê ye. Ez nizanim ku wê sibê çi bê serê me. Ji ber wê ez dixwazim ku hîn ku ez nemîrim azadiya kurê xwe bibînim. Dema ku kurê min azad bû wê çaxê ez ê jî azad bimirim." 
 
MA / Zeynep Dûrgût