Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin

  • jin
  • 14:44 28 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarûcû, anî ziman ku kesên xwe weke endamên îstîxbaratê dane naskirin, gef lê xwarine û sîxûrtî lê ferz kirine.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî zêdebûna ferzkirinên sixûrtiyê û zextên li ser endamên xwe, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Endamên TJA’yê û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Elîf Bûlût jî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
GEF
 
Di daxuyaniyê de aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarûca axivî û diyar kir ku beriya demekê ji bo îmzeyê çûye qereqolê û dema ku ji qereqolê derketiye, kesekî ku xwe weke “endamê îstixbaratê” daye nasîn gef lê xwariye.  Sarûca, da zanîn ku heman kesî jê re gotiye ku heke axaftinê qebûl bike dê dosya wê bi erênî encam bibe. 
 
Di berdewamê de Sarûca, bi lêv kir ku ji kesê ku xwe weke endamê îstixbaratê daye nasîn dûr ketiye û wiha got: “Piştre telefona min lê da. Kesê di telefonê de got ku kesê nêzî min bûye wî şandiye cem min. Got, ‘wê ji bo başbûna dosyayên te biaxive, heke tu neaxivî di ser hin wêneyan de li ser medya sanal dê xesarê bide rêxistinbûna min’. Dema kum in got ev tacîz e got, ‘hişyarî ye’.”
 
‘BERDEWAM OPERASYONA QIRKIRINÊ YE’
 
Piştî Sarûca Hevseroka HDP’ê Elîf Bûlût axivî û ev tişt anîn ziman: “Em timik bi van gef û ferzkirinên sixûrtiyê re rû bi rû dimînin. Ev rewş berdewam operasyona qirkirinê ye. Ji berk u nikarin berxwedêriya rêxistinbûna jinê têk bibin, serî li rêbazên wiha didin. Teşhîrkirin, rêbirî, acizkirinê diceribînin. Em bixwe bi van karên tarî yên desthilatê re rû bi rû diminînîn, dibînin û dizanin. Ev daxuyaniyên me dibin sedem ku bi milyonan kes vê taritiya desthilatê bibînin. Em ê bi israr polîtîkayên zext û tepisandinê yên li ser jinan teşhîr bikin.”