Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?

  • jin
  • 12:56 26 Gulan 2021
  • |
img
ANTALYA – Hevjînê wê yê berê Denîz Açikgoz gefa kuştinê li Naciye Kûrban xwar. Rexmî ku Kûrban 8 caran giliya Açikgoz kiriye jî derbarê Açikgoz de tu kirarî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê Kûrban dengê xwe li ser medya sanal ragihand.
 
 Naciye Kûrban ku li Antalyayê dijî, diyar kir ku hevjînê wê yê berê Denîz Açikgoz gefa kuştinê lê dixwe û banga alîkariyê kir. Kûrban, da zanîn ku 4 sal berê wê û Açikgoz hev berdane û bi awayekî sîstematîj tundî lê tê kirin û rexmî ku giliya vê tundiyê dike jî tu kirarî nayê kirin. 
 
QÊ DIVÊ EZ BIMIRIM?
 
Kûrban, li ser hesabê xwe yê medya sanal bi vîdeoyekê serpêhatiya xwe wiha vegot: “Di rewşeke zehmet de me. Ji aliyê Denîz Açikgoz ku me dev ji hev berdaye gefa kuştinê li min dixwe. Du zarokên min hene. Bi kuştinê gef li wan dixwe. 6 caran hat ber deriyê min. Bi tevşo û kêrê bi ser mala min de digire. Duh êvarê jî bi kêrê hat berê derê mala kekê min. Lê keç û kekê xwe daye. Ji bo ku binçav bikin divê ez bimirim? Ez alîkariyê dixwazim. Alîkariya min û zarokên min bikin. Derûniya me xera bû.”
 
Piştî weşandina vê vîdeoyê em bi Kûrban re ketin têkiliyê û Kûrban, da zanîn ku piştî weşandina vîdeoyê polis hatine mala wê û xwestine ku wê bibin stargehê. Kûrban, diyar kir ku derbarê Açikgoz de 8 caran gilî kiriye tenê carek hatiye binçavkirin. 
 
Kûrban, destnîşan kir ku derbarê Açikgoz de cara 9’emîn gilî kiriye û ev tişt got: “Hatiye binçavkirin nizanim. Ez ê îro biryara dûrxistinê bidime girtin. Îhtîmalek wê kelemçeya elektronîk pê ve bikin.”