Nesrîn Nas: Xizaniya jinê xizaniya welêt e

  • jin
  • 09:01 19 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Aborîzan û siyasetmedar Nesrîn Nas, anî ziman ku sedema herî girîng a xizaniya jinê newekheviya zayendî ye û got: "Xizaniya jinê divê bibe rojeva sereke ya welêt. Ji lew re xizaniya jinê di heman demê de xizaniya welat e jî." 
 
Piştî şewba Covîd-19'ê belav bû, li seranserê cîhanê bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest dane û hejmara betalan jî gelekî zêde bû. Her wiha di vê pêvajoyê de jin jî bi xetere û talûkeyên mezin re rû bi rû man. Newekheviya zayendî kûrtir bû, ên ewilî ji kar hatin derxistin jin bûn. Ev yek jî bûye sedema xizaniyeke mezin. 
 
Aborîzan û siyasetmedar Nesrîn Nas, xizaniya jinê nirxand. 
 
NEWEKHEVIYA ZAYENDΠ
 
Nas, destnîşan kir ku li welêt jixwe îstihdama jinê pir kêm bû, lê di dema pandemiyê de bêtir kêm bûye. Nas, bilêv kir ku gelek sedemên betaliyê hene û ji vana ya girîng jî nekwehveiya zayendî ye û "hepskirina li malê" ye. Nas diyar kir ku tenê di nav malê de rol û ristek li jinê tê barkirin û li hemberî yên ji bo azadiyê têdikoşin jî bêtehemuliyek mezin heye. 
 
Nas, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de çi maddî çi manewî barê jinan pir giran bûye. 
 
XIZANΠ
 
Nas, bilêv kir ku li Tirkiyeyê xizaniya jinê di asteke pir taybet de ye û jin di nav xeleka xizaniyê de ji gelek tiştan tên mehrûmkirin. Nas ku got "Xizaniya jinê, di heman demê de xizaniya welêt e" got: "Xizaniya jinê, xizaniya zarok e. Xizaniya jinê, xizaniya di warê perwerdehî ye, xizaniya maddî ye." 
 
Nas, jinên ku danê êvarî li bazarên gel bermayiyan berhev dikin bibîr xistin û destnîşan kir ku ev tarîfeyeke aşkere ya xizaniyê ye.  Nas, destnîşan kir ku xizanî bi taybetî jî divê xizaniya jinê rojeva sereke ya welêt be û û dewlet dê nikare bi çavgirtînkê xwe ji van krîzan xelas bike. Nas, anî ziman ku îqtidarê nîviyê nifûsê hepsî nav xeleka xizaniyê kiriye û got: "Ên ku cefaya pandemiyê dikişînin, gelên xizan in. Ma we dîtiye zengînek ji ber şewbê miriye?" 
 
Nas got: "Li Tirkiyeyê çavkanî berpêşî patronan û muteahîdan tên kirin. Tevdîrên bê alîkarî fermana 'mirinê' ne. Budçeyên ji bo nelirêtiyan tên evqetandin nîşan didin ku li ku derê nelirêtî hebe, li wir xizanî heye. Tirkiye bi awayekî aşkere mînaka nelirêtî û xizaniyê ye." 
 
MA / Berfîn Karaman