Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 14:58 14 Gulan 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Leyla D. ya li gundê Avdika yê navçeya Hezexê ku hat îdiakirin hewl daye xwe bikuje, jiyana xwe ji dest da.
 
Hat îdiakirin ku Leyla D. ya 20 salî li mala xwe ya li gundê Avdika ya navçeya Hezexa Şirnexê hewl daye xwe bikuje. Piştî ku malbata wê ferq kir, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Li nexweşxaneyê rewşa Leyla D. yê giran bû sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin. Leyla D. li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li gel hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku dê cenazeyê Leyla D.’yê li gundê Avdika defin bikin.