Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist

  • jin
  • 10:58 11 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL – Koma Peymana Stenbolê Pêk Bîne, nivîsa “Peymana Stenbolê ya Me ye, Em Dev jê Bernadin” dan Sûrên Topkapiyê.
 
Tirkiye, di 20’ê adarê de bi Biryarnameyeke Serokkomariyê ji Peymana Stenbolê ku di mijara tundiya li dijî jinê de girêdana wê hebû vekişiya. Jinên ku ji 20’ê adarê ve vekişandina ji peymanê şermezar dikin, wê bi wesîleya 10’emîn salvegera îmzekirina peymanê li gelek bajaran bername û çalakî li dar bixin. Li Stenbolê, jinan nivîsa “Peymana Stenbolê ya Me ye, Em Dev jê Bernadin” û remza “Peymana Stenbolê pêk bîne” dan Sûrên Topkapiyê.