Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin

  • jin
  • 09:06 11 Gulan 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Li gor daneyên Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê, li Mêrsînê hezar û 343 jin û zarok serî li sitareyan dane. Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku berî ku mal veguherin "hêlîna tahdeyê" demildest divê plana çalakiyê ya lezgîn pêk bê. 

 
Di 29'ê Gulanê de ji ber şewba Covîd-19'ê "qedexeya ji binî de" hatibû ragihandin. Qedexeya navbirî dê heya 17'ê Gulanê dewam bike. Lê belê di dema vê qedexeyê de tahdeya li jinê tê kirin zêde dibe. Li gor daneyên dawî yên Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF), rêjeya jinên ji ber tahdeyê serî li sitareyan didin ji sedî 78 zêde bûye. Hat destnîşankirin ku tahdeya fizîkî ji sedî 80 û ya derûnî jî ji sedî 93 zêde bûye. 
 
Yek ji bajarên ku piştî qedexeya navbirî tahde lê zêde bûye jî Mêrsîn e. Li gor daneyên sala 2020'an ên Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê li Mêrsînê 799 jin û 544 zarok bi giştî hezar û 343 kes ji ber tahdeyê serî li sitareyan dane. Li bajêr tenê 4 navend hene ku jin dikarin serî li wan bidin. Ji van navendan 2 jê girêdayî ŞONÎM'ê û 2 jê jî aydê şaredariyan e. 
 
HÊLÎNA TAHDEYÊ! 
 
Seroka Komeleya Gunebakan a Mêrsînê Zubeyde Akpinar, anî ziman ku di 3 mehên dawî de 20 jin ji ber tahdeyê serî li komeleya wan dane. Akpinar, bilêv kir ku demildest divê ji bo jinan "Plana Çalakiyê ya Lezgîn" têkeve dewrê. Akpinar, destnîşan kir ku pandemî tenê ne pirsgirêkeke tenduristiyê ye, hêlên wê yên civakî û aborî jî hene. Akpinar, bal kişand ser tahdeya ku di dema qedexeyan de zêde bûye û bilêv kir ku jinên ku tevî zilamên tahdekar di heman malê de dimînin, bi tahdeyê re rû bi rû dimînin. Akpinar, destnîşan kir ku ji bo parastina jinan tu polîtîkayeke îqtidarê tune ye û got: "Dibêjin 'Jiyan Li Malê Hiltê' û jinan hepsî malê dikin. Lê heger tevdîr neyên girtin dê ew mal ji bo jinan bibin hêlînên tahdeyê." 
 
PÊŞNIYAR 
 
Akpinar, destnîşan kir ku divê xetên alîkariya lezgîn û sepanên alîkariyê yên mobîlî yên ji bo jinan bi rêya medyaya sosyal û çapemeniyê bên berbelavkirin û got: "Biryarên dûrxistinê yên derbarê mêrên tahdeyê dikin de divê zûzûzka pêk bên. Hejmara sitareyan divê bê zêdekirin. Divê şertên pêkanîna qanûna jimare ya 6284'an li gor pandemiyê bê rikibandin û 'Plana Çalakiyê ya Lezgîn' bê çêkirin. Her wiha divê şert û mercên sitareyan li gor pandemiyê ji nû ve bên sererastkirin." 
 
8 NAVÇE Û 2 SITARGEH 
 
Akpinar, bal kişand ser kêmbûna hejmarên sitareyan jî û bibîr xist ku li deverên ku nifûsa wan di ser 100 hezarî re ye, erka şaredariyan a ji bo avakirina sitareyan heye. Akpinar, bibîr xist ku li Mêrsînê ji 8 şaredariyan tenê girêdayî Şaredariya Tarsûsê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê 2 sitare hene û got: "Li van her du nuqteyan jî Navenda Piştevaniyê ya Jinê heye. Li navçeyên din Navendên Piştevaniyê yên Jinan tune ne. Deverek tune ku jin derbarê tahdeyê de agahiyên rast û baş bigirin. Halbûkî di dema tahdeyê de deverên ku ewilî jin xwe bigihînin divê rêvebiriyên herêmî bin. Em dixwazin di vî warî de xebateke dorfireh bê kirin." 
 
XETÊN PIŞTEVANIYÊ 
 
Endama Tevna Parastinê ya Jinê Çîgdem Serîn jî destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê biryarine ku jiyana jinê nahesibîne digire. Serîn, anî ziman ku divê xetên piştevaniyê bên çêkirin ku jin heftê 7 rojan û rojê 24 saetan karibin xwe bigihînin wan. 
 
 MA / Esra Solîn Dal