Qedexeya giştî barê jinan girantir kir: Sê karan bi hev re dike

  • jin
  • 09:03 10 Gulan 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li taxa Nurê ya navçeya Cizîrê Hulya Dalmiş ku 10 sal in tedawiya nexweşîna penceşêrê dibîne, li gel ragihandina qedexeya derketina derve barê wê giran bû û 3 karan bi hev re dike. Dalmiş a ku kedeke mezin dide jî ji neditina keda jinê bi gilî ye. 
 
Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê ji 29’ê nîsanê ve qedexeya derketina derve ya giştî berdewam dike. Dê qedexe heta 17’ê gulanê bidome. Li gel vê qedexeyê kedxwariya mêr a li ser keda jinê dike jî zêdetir bû û di heman demê de di nav malê de tundiya li ser jin û zarokan jî gihişt asta herî jor.
 
Di vê pêvajoya qedexeya giştî ku xelk nikare ji malên xwe derkevin, tê dîtin ku barê jinan jî zêde giran bûye û jin di malê de rojên zehmet re rûbirû ne. Ji zarok xwedîkirinê heta paqijkirina malê di stûyê jinan de tê hiştin. Yek ji van jinan jî Hulya Dalmiş e (40) ku li taxa Nurê ya navçeya Cizîra Şirnexê rû dinê ye. 
 
HEM BI PENCEŞÊRÊ RE Û HEM JÎ JI BO DEBARÊ TÊDIKOŞE 
 
Dalmiş, di temenê xwe yê 15 salî de ji hêla malbatê ve bi darê zorê tê zewicandin. Piştî ku tê zewicandin di 15 saliya xwe ducanî dimîne. Ji ber ku rewşa malbata Dalmiş a aborî nebaşe ew weke karkereke demsalî diçe Mêrsîn û Edeneyê di karên berhevkirina sebze û fêkiyan dixebite. Piştî çend salan şûn de, nexweşiya penceşêra pêsîrê li Dalmiş peyda dibe. Dalmiş a ku 7 zarokên wê hene bi pereyê ku di dema berhevkirina findiqan de qezenc dike ji xwe re dikanek li taxê vedike. Dalmiş niha hem bi pênceşêrê re têdikoşe û hem jî ji bo debara malbata xwe têkoşîna kedê dide. Dalmiş hem dikandar e û hem jî dirûnkariyê ango terzîvaniyê dike. 
 
SÊ KARAN BI HEV RE DIKE
 
Dalmiş diyar kir ku li gel biryara qedexeya derketina derve barê jinan giran bûye û wiha got: "Ez di temeneke biçûk de hatim zewicandin û di heman salê de ducanî mam. Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş bû, ez weka karkereke demsalî diçûm Mêrsîn û Edeneyê û min fêkî û sebze kom dikirin. Me bi vî awayî debara xwe dikir. Pişt re nexweşiya penceşêrê li min peyda bû. Li tevî vê nexweşiyê jî min nexwest ku dev ji karkirinê berdim û bi pereyê ku min qezenc kir ji xwe re kargehek vekir. Ev 6 sal in ez hem dixebitim û hem jî karê malê dikim. Ez her roj serê sibehê zû radibim. Dema ku ez radibim ewilî karê malê dikim. Paşê jî diçim kargehê vedikim. Di kargehê de jî ez 2 karan dikim yek kincan didirûm ya din jî ez xurekan difiroşim. Bi rastî jî ez pir zehmitiyan dikişinim. Lê ez heqê keda xwe nastînim. Di malê de tenê ez dixebitim. Kî dikare 3 karan bi hev re bike? Ez xwarinê çê dikim, berikan dişom, kincan didirûm û nan dipêjim. Her karekî malê li ser pişta min e."
 
'LI MAL MAYÎN ZIRARÊ DIDE JINAN' 
 
Dalmiş anî ziman ku di her qadeke civakî de keda jinan nayê dîtin û wiha domand: "Piştî ku qedexeya derketina derve hat ragihandin, herkes di mal de êsîr maye. Ji ber vê jî karê jinan zêdetir bûye û jiyan ji bo wan 10 qatê din zehmettir bûye. Çimkî mêrê ku di hûndirê malê de dimîne her tiştekî ji jinan dixwaze. Heger dema aciz dibe jî bela xwe li min ferdên malbatê dide. Heger tu gotina wan nekî serî li tundiyê didin. Ji bo wê ev li mal mayîn zirarê dide jinan. Ev neheqiye. Em jin zêdetir kar dikin, lê mixabin ev keda me nayê dîtin. Jin çend karan bi hev re dikin jî lê hin jî çavê zilam li destê jinan e. Dewlet bi van rêbazan pêşiya tundiyê vedike û jinan terkî mirinê dike."
 
'HER QADÊN JIYANÊ LI ME HATINE TENGKIRIN' 
 
Dalmiş destnîşan kir ku ew dixwaze êdî ji jinan re qadên jiyanê bên vekirin û got: "Em jin beriya her tiştekî azadiyê dixwazin. Em heqê keda destên xwe dixwazin. Em ewqas dixebitin lê keda me tê xwarin. Piştgiriyekî nadin jinan. Her qadên jiyanê li me hatine tengkirin. Em nikarin nefesê bistînin. Her tiştekî em dikin, lê li gorî zilam dibêjin qey em tiştekî nakin. Em ji bo ku ji mêr re xizmetê bikin nehatine ser dinê. Lê mixabin ev tişt li me tê ferzkirin. Divê ji bo pêşîlêgirtina koronayê li şûna qedexeyan serî li rêbazên cudatir bidin."
 
MA / Zeynep Dûrgût