KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan

  • jin
  • 09:21 31 Çile 2018
  • |
img

STENBOL -  Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê ku kampanyaya "Jin hînî Rewşa Awarte nabin" îmze kir, diyar kir ku bi KHK'yan cezayê hepsa mal, malbat û zayendiya civakî didin jinan û ji bo piştevaniyê bang li hemû jinan kir. 

Komîsyona Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê, Koma Xebatê ya Jinan a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) û Baskê Tenduristiya Jinan a Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) kampnayaya îmzeyan a bi ser navê "Jin hînî Rewşa Awarte nabin" dabûn destpêkirin. Yek ji îmzevana kampnayayê Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê, bandora Rewşa Awarte ya li ser jiyana xebatê ya jinan vegot. 
 
'AWAYÊ JIYANÊ YÊN JINAN VEGUHERÎ' 
 
Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê Denîz Çankaya Salmanli, wateya dîmena ku zêdeyî 130 hezar kedkarên cemaweriyê bi Rewşa Awarte re rû bi rû mane nirxand û wiha got: "Di vê pêvajoyê de zêdeyî 50 kedkar întihar kirin. 4 hezar û 300 kedkarên cemaweriyê yên endamên KESK'ê hatin îxrackirin. Ji vana herî zêde jin in. Tenê ji karê xwe nebûn, awayê jiyana van jinan jî guherî. Hin ji wan mecbûr man vegerin cem malbatên xwe. Yên zewicandî û xwedî zarok jî ji ber cudaparêziya zayendiya civakiyî hepsî malê bûn, jinên bi salan bi keda xwe li ser piya bûn, di warê aborî, derûnî û civakiyî de bi zext û zoriyên dijwar re rû bi rû man. Qanûnên di demên dawî de tên derxistin, jinê hepsî malê, hepsî rola dayik dike û mehkûmî karên bêewlehî û heqedesta wan kêm dike. Tevî zext û zoriyên nêrza yên bi salan li ser jinan, çewisandinên Rewşa Awarte jî lê zêde bûn." 
 
'EM HÎNÎ REWŞA AWARTE NABIN'
 
Salmanli, diyar kir ku ji ber vê pêvajoyê saleke kedkarên cemaweriyê li qadên bajêr ên Bakirkoy, Kartal, Kadikoyê ji bo vegerin ser karê xwe çalakiyan li dar dixin û wan Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê belgefîlma "Hêza Heqîqetê" kişandiye. Salmanli destnîşan kir ku wê hemû travma û mexdûriyetên ku ji ber Rewşa Awarte xwe dane der nifş bi nifş bên ragihandin. Salmanli destnîşan kir ku ew jin ferzkirinan qebûl nakin û wiha axivî: "Em hînî Rewşa Awarte nabin." Salmanli bi lêv kir ku ji bo selihandina texrîbatên di jiyana jinê yên ji ber Rewşa Awarte xwe dane der de, wê pêdivî bi dehan salan hebe. Salmanli diyar kir ku çi li hundur, çi li derve ew li dijî yektîpiyê pirrengiyê, li dijî şer aştiyê, li dijî mirinan jiyanê diparêzin. Salmanli got ku ew ê kuçe û kolanan, sendîkayan, qadên siyasetê û hemû qadên jiyanê neterikînin û ew ê bi bilindkirina jiyaneke wekhev, adil, demokratîk û piştevaniyî ava bikin.