Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar

  • jin
  • 11:48 7 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Bernamzetê AKP’î Feramuz E., gef li jina li cem wî dixebitî xwar û taciz kir. Feramez ê AKP'î got "AKP li pişt min e" û hêj gefên xwe berdewam dike. 
 
Feramez E, yê di sala 2015'an de li Konyaye bûbû bernamzetê parlamenteriya AKP’ê, tazîcî jina bi navê R.A., ku li cem wî dixebite kir û gef lê xwar. Feramez E. bi gotina “Wekîlên ez nas dikim hene. Tu kes nikare tiştekî bi min bike. AKP li pişta min e" gef û tacîza xwe berdewam dike. Piştî R.A., ku bi tacîzê re rû bi rû ma, giliyê Feramuz E., kir, vê carê parêzerê Feramûz gef li R.A., xwar. R.A., ku bi tacîz û gefan re rû bi rû ma, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
BI TECAWIZÊ GEF XWAR
 
R.A., anî ziman ku di meha çile de îlana kar a fîrmaya Feramuz E. dît û li ser vê yekê serî li kar da û wiha got: "Ez nîşanî me, Piştî min dest bi kar kir, nişaniye min reş kir. Piştî demek şûnde xwest ez biçim karê fabrîqeyek li Edeneyê bikim. Ez û xebatkarên Ofisê li gel Feramuz E. çûn Edeneyê. Em li odeyên cuda man. Lê piştre ez fêr bûm di qeydên otelê de ez li odeya xwe nişam dame. Wekî em li odeyekê mabin qeyd kirine. Dema em ji fabrîqeya Edeneyê vegeriyan vê carê di rêde Feramuz E. ez tacîz kirim. Dema ez li dijî vê yekê derketim gef li min xwar. Ew di şertê normal de li Konyayê dijî. Hefteyê 5 rojan tê Enqereyê. Ji min re got "Dema ez te birevînim sînorê Konyayê tu qûlê xwedî nikarin te rizgar bikin. Tu tenê 15 rojan li cem min bimine ezê te ducanî bikim. Wê demê tu dê mecbûr ji min hez bike û tev li min bibe. Di rê de kes tune bû. Ez pir tirsiyam. Wê rojê çawa ez gihiştim Enqereyê min îstîfaya xwe xwest. 
 
PIŞTÎ ÎSTÎFAYÊ DÎSA GEF XWAR
 
R.A., anî ziman ku piştî îstîfa kir jî disa gef li wê xwar û wiha axivî: "Hemû peyamên wî ji min re nivîsîne li cem min qeydkiri ye. Îro ji numareyek din li min geriya. Hevalên min û xwişk û birayê min li cem min bû. Wan jî tev bihist. Dîsa got 'Ezê te birevînim. Ez ê te bibim. Li pişt min AKP heye. Ez hemû wekîlan nas dikim. Wê min biparêzin.' û gef li min xwarin. 
 
2 MEH ŞÛNDE JI ŞÎRKETÊ DÛR XISTIN LÊ..
 
R.A., da zanîn ku piştî bûyerê 2 len şûnde Feramuz E. ji şirketê dûr xistin û wiha lê zêde kir: "Rojekê het bi seetan li ber deriyê mala min sekîne. Min li ser vê yekê giliyê wî kir. Mi serî li dozgeriyê da. Min di dawiya meha çile de gilî kir. Piştî min gilî kir 2 meh şûnde ew ji şîrketê dûr xistin. Di 29'ê Nîsanê de 90 roj cezayê dûrxistinê dan wî. Piştre parêzerê wî li min geriya û gef li min xwarin. Kesê ku xwe wekî parêzer nişan da gef li min xwar u xwest ez giliya xwe paşve vekişînim. 
 
Tiştê bi serê min de hat min li ser twitterê parve kir. Vê varê ji bo tiştê min parve kiriye ez rakim gef li min xwar. Ez niha li cihekî din kar dikim. Bi meş diçûm û têm û ji ber vê yekê bi fikar im."
 
MA / Zemo Aggoz