Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin

  • jin
  • 12:15 6 Gulan 2021
  • |
img

AGIRÎ - Danişîna 2’yemîn a doza cînayeta Fatma Altinmakas a di nava malbatê de rastî tecawizê hatibû û piştî bûyer gilî kir, ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hatibû kuştin, ji ber pandemiyê hat taloqkirin.

Li navçeya Milazgir a Mûşê, Fatma Altinmakas a ku di nava malbatê de rastî tecawizê hat, piştî ku bûyera tecawîzê gilî kir, di 14’ê Tîrmeha 2020’an de ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hat kuştin. Danişîna 2’yemîn a derbarê kuştina Fatma de hatibû vekirin, îro bi hinceta pandemiyê nehat li dar xistin.  
 
Ji parêzerên dozê re hat ragihandin ku bi hinceta pandemiyê wê danişîn îro neyê dîtin û dîroka danişîna bê jî, dê di rojên pêş de ji wan re bê ragihandin.
 
DERBARÊ BÛYERÊ DE
 
Dayika 6 zarokan Fatma Altinmakas a li gundê Qêranlî yê girêdayî navçeya Melazgirê ya Mûşê dijî, bi awayekê pergalî rastî tecawîza birayê hevjînê xwe S. Altinmakas dihat. Fatma, têkildarî tecawîz û gefên birayê hevjînê xwe di 12’ê Tîrmeha 2020’an de li Qereqola Cendirmeyan a Konakkûranê gilî dike. Piştî gilî, S. Altinmakas tê binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê tê kirin. Lê dadgeh bi hinceta “rewşa delîl a di dosyayê de, adresa diyar a gumanbar, îhtîmala nikare delîlan ji holê rabike” bersûc serbest berdide.
 
 Di heman demê de, derketibû holê ku Fatma Altinmakas li qereqola cendirmeyan, ji ber ku nezaniye bi Tirkî bi axive û ji bo Kurdî jî wergervanek nehatiye amadekirin, nekariye tundiya li wê tê kirin vebêje.
 
Bi vî awayî roja ku S. Altinmakas hat berdan, Fatma Altinmakas ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hat qetilkirin. Kazim Altinmakas, ji sûcê “bi zanebûn kuştinê” hat girtin.