Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir

  • jin
  • 11:07 6 Gulan 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Parêzerê Hatûn Koç a di encama tundiyê de ji lingê xwe yê rastê astengdar ma Battal Gazî Încî, diyar kir ku wan derbarê Wezaretên Dadê û Karên Hûndirîn de doza tazmînatê vekirin û got: “Aliyekê sî sûcî daraz û miduriyeta polîsan e.” 
 
Jina bi navê Hatûn Koç a li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê bi awayekê pergalî rastî tundiya hevjînê xwe yê berê Ozkan Yarbi dihat. Herî dawî di 27’ê Gulana 2020’an de, Ozkan Yarbi Hatûn Koç li ber çavê zarokê wê bi çekê birîndar kir. Koç, di êrişî de bi awayekê giran birîndar dibe û ji lingê xwe yê rastê seqet dimîne. Ozkan Yarbi piştî bûyerê tê binçavkirin û bi sûcdariya “birîndarkirina bi zanebûn” tê girtin. 
 
Parêzerê Koç, Battal Gazî Încî, diyar kir ku hem ji ber pêvajoya darizandinê û hem jî, ji ber ku rayedarên miduriyeta polîsan berpirsiyartiya xwe bi cih ne anîn, muwekîla min Koça rastî êrişî hat. Prz. Încî, da zanîn ku ji bo derbaskirina mexduriyeta muwekîla xwe, derbarê  Wezaretên Dadê û Karên Hûndir de doza tazmînatê ya madî û manewî vekiriye. 
 
GEF DEWAM DIKIN
 
Prz. Încî, bal kişand ser mexduriyeta muwekîla xwe û wiha axivî: “Hem di warê îdarî û hem jî di warê miduriyeta polîsan de, xemsariyek mezin heye. Ligel ku bersûc Yarbi ev 2 salin hatiye girtin jî, gefan li muwekîla min Koç dixwe. Dema ku em li xemsariya li dijî muwekîla min hatiye kirin mêze dikin, em polîtîkayên dewletê yên tundiya li dijî jinan dibînin. Muwekîla min berî ku rastî êrişa bi çek bê, 6 meh berê diçe dozger û gilî dike. Lê dozger tu tiştî nake. Li ser gefên dewam dike, muwekîla min cara duyemîn diçe gel dozger û gilî dike. Dozger vê carê jî tu tiştî nake. Dûre muwekîla min rastî êrişî tê. 3 meh piştî birîndarkirina muwekîla min, dozger nû nû îdîanameyê amade dike. Axirê li dijî muwekîla min xemsariyek mezin hatiye kirin.”
 
ROLA DARAZ Û MIDURIYETA POLÎSAN
 
Prz, Încî, bal kişand ser pêymanên navneteweyî yên ku jinan li dijî tundiyê diparêzin û wiha bi dawî kir: “Piştî ku agahiya miduriyeta polîsan û rayedarên darazê ji tundiya li dijî jinan pêk tê çêdibe, divê bergiriyên cîdî bigirin. Ligel ku agahiya miduriyeta polîsan û darazê ji rewşa muwekîla min çêbû jî, tiştek nekirin û bi awayekê xemsar tevgeriyan. Pir ji rêzê nêzî vê bûyerê bûn. Êdî rewş wisan bûye, daraz di her dosyayê de, pêkanîna rewşa baş ji bo bersûcan bi cih tîne. Dewlet erka xwe ya pozîtîk bi cih nayîne. Ji ber vê dozên tazmînatê tên vekirin. Tundiya li dijî jinan, pirsgirêkek cîdî ya civakiye. Ger sazî û dezgên berpirsiyar erka xwe bi cih bi aniyan, teqez Hatûn Koç bi rewşek wiha re rû bi rû nedima. Aliyekê vî sûcî jî, teqez daraz û miduriyeta polîsane.”
 
MA / Mehmet Şah Oruç - Omer Akin