Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin

  • jin
  • 12:14 28 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê, mirina 276 jinan ên di sala 2020’an de, weke “întîharê” derbasî qeydan hatiye kirin.

 
Li Iraqê bi aloziya dewam dike re, tundiya li dijî jinan di asta herî jor de dewam dike. Di sala 2020’an de li welêt, 644 bûyerên întîharê rû dan. Ji van 276 bûyerên întîharê yên jinan derbasî qeydan bûn. Bi taybetî li paytexta Bexdayê 139 bûyerên întîharê rû dan. Piştî Bexdayê bûyerên wiha herî zêde li Basra, Zî-Qar û Mûsilê rû dan. Rayedarên Iraqê, mirinên dibin navê “întîharê” de rû didin, sedema wê weke aboriyê nîşan didin. Lê beravjî vê tê gortin ku ji ber jiyana civakî û azadiyên takekesî, bûyerên wiha rû didin. 
 
WEKE ‘ÎNTÎHARÊ’ DERBASÎ QEYDAN DIKIN
 
Li gorî danayan, piraniya kesên jiyana xwe ji dest didin ciwanin. Bi taybetî, tê îdîakirina ku dibin navê “Întîharê” de mirina 12 jinên ciwan bi awayekê sexte hatine qeydkirin. Li ser vê yekê, hat diyarkirin ku di sala 2020’an de, mirina 12 jinên ciwan ên dibin navê “namûsê” de hatine kuştin, weke “întîharê” derbasî qeydan hatine kirin.
 
DI SALA 2020’AN DE ZÊDE BÛ
 
Komîsertiya Mafên Mirovan, ragihand ku, di sala 2020’an de, li welat bûyerên “întîharê” pir zêde bûn. Li gorî danayên Komîsertiya Mafê Mirovan,  ji sala 2020’an ve, 644 kesan întîhar kirine, piraniya van bûyeran li Bexdayê rû dan û tenê li Bexdayê 139 kesan întîhar kirin.