Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan

  • jin
  • 13:36 23 Nîsan 2021
  • |
img
ÊLIH - HDP û TJA’yê, ji bo bale bikişînin ser qirkirina jinan û Peymana Stenbolê pankart bi avahiya HDP’ê ya Êlihê ve daliqandin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo bale bikişînin ser qirkirina jinan û Peymana Stenbolê, pankart bi avahiya HDP’ê ya Êlihê ve daliqandin. Di pankartê de navên 88 jinên ku di sê mehin ewil ên 2021’ê de jiyana xwe ji dest dane û ev gotin cih girtin: “Di sê mehên ewil ên 2021’an de 88 jin hatin qetilkirin. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin, Peymana Stenbolê dide jiyandin.”