Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin

  • jin
  • 17:09 20 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Li Esenlerê têkildarî kuştina Yildiz Gul, birayê wê K.B. hat binçavkirin. Hat zanîn ku K.B., li xwe mikûr hatiye û wî xwişka xwe kuştiye. 
 
Li navçeya Esenlerê ya Stenbolê duh bi şev jina bi navê Yildiz Gul a 38 salî hatibû kêrkirin û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî kuştina Gul birayê wê hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku K.B. yê hat binçavkirin di îfadeya xwe de li xwe mikûr hatiye û îfadeya wî ya li miduriyeta polîsan berdewam dike.