Di doza tecawizê de derbarê bersûcên berdayî de biryar girtinê hat dayîn

  • jin
  • 16:26 15 Nîsan 2021
  • |
img
MÛGLA – Danişîna doza endamên çeteya fihûşê û Mûtlû Erbey ku li Mîlasê dest dirêjî S.F.Y. kiribûn têde dihatin darizandin, hat dîtitin. Derbarê 3 bersûcên berdayî dihatin darizandin de biryara girtinê hat dayîn. 
 
S.F.Y. ku li navçeya Mîlasê ya Mûglayê dijiya, bi rêya îlaneke kar ku li ser înternetê dîtibû, di 4’ê adara 2020’an de ji bo hevdîtinê çûbû cem zilamê bi navê Mûtlû Erbey. Piştî ku Erbey dest dirêjî wê kiribû S.F.Y. ji aliyê çeteyeke fihûşê ve hatibû desteserkirin. S.F.Y. ji destê çeteyê reviyabû û giliya wê kiribû. Li ser gilîkirina S.F.Y. li dijî çeteye doz hatibû vekirin û danişîna yekemîn li Dadgeha Cezaya Giran a Bodrûmê hat dîtin. 
 
SÛCDARIYÊN LI XWE QEBÛL NEKIR
 
Parêzerê S.F.Y. Eren Keskîn û Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Mûglayê li danişînê amade bûn. Bersûc Erbey ji Girtîgeha Mûglayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Di çarçoveya dosyayê de 3 kesên bersûc jî tevlî danişînê nebûn. Piştî tespîtkirina nasnameya parastina bersûc Erbey dest pê kir. Erbey sûcdariyên li hemberî xwe red kir û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
GEF BERDEWAM DIKIN
 
Piştî bersûc Erbey, mexdûr S.F.Y. axivî û da ku di pêvajoya lêpirsînê de hîn kiriye ku eleqeya Erbey bi îlana ku li ser înternetê bar kiriye tuneye û diyar kir ku bersûc û derdora xwe çeteya fihûşê ne û bi heman rêbazî tundiyê li gelek jinan kirine. S.F.Y., got ku ji ber giliya wan kiriye çete bi nimreyên cuda timik gef li dixwin û daxwaz kir ku bersûc cezayê giran bixwe.
 
DANIŞÎN TALOQ BÛ
 
Piştî parastina bersûc Erbey û mexdûr S.F.Y. heyeta dadgehê, biryar da ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin û her sê bersûcên berdayî bên girtin û danişînê taloqî 22’ê hezîranê kir. 
 
WÊ HEMÛ ENDAM BÊN DARIZANDIN
 
Gelek rêxistinên jinan ên li Mûglayê danişînê şopandin û piştî danişînê daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniya xwe de pankarta “Ne edaleta zilam, edaleta rasteqîn. Bila Çeteya Destirêjiyê bê Darizandin” vekirin. Di daxuyaniyê de Parêzer Eren Keskîn axivî û ev tişt got: “Li vî welatî tê xwestin jinên dest dirêjî wan tê kirin û bêdeng bibin û paşve vekişin. Lê muwekîla min bêdeng nebû û salekê tekoşîna hiqûqê da û dozê anî vê astê. Ev ne doza kesekî ye. Raboriya bersûc û çeteya fihûşê heye. Jinên mexdûrên vê çeteyê xwe gihandin me. Wê di dosyaya me de weke şahid bên guhdarîkirin. Şîrketa ku qala wê tê kirin jî wê derbarê Erbey û çeteyê de doz vekirin. Heta niha îfadeyên bersûcên din nehatibû girtin. Îro di danişînê de daxwaza me hat qebûlkirin, ev ji bo cihê kêfxweşiyê ye.”