Wê biryara fesixkirinê merciyên edlî pasîftir bike

  • jin
  • 09:01 14 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - Rêvebira Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku dê biryara fesixkirina Peymana Stenbolê merciyên edlî hîn bêtir pasîf bike û bang li her kesî kir ku xwedî li peymanê derkevin. 
 
Rêvebira Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Çîgdem Sevîmlî, têkildarî fesixkirina Peymana Stenbolê axivî û destnîşan kir ku dê biryara fesixkirina Peymana Stenbolê merciyên edlî pasîftir bike. Sevîmlî, anî ziman ku êrîşên îqtidarê yên li ser jinan û aktivîstên mafên jinan diparêzin zêde dibin. Sevîmlî, diyar kir ku li benda biryareke bi vî rengî bûn û got: "Xwestin Peymana Stenbolê bikin qurbanên hin berjewendiyên siyasî." 
 
NAYÊ QEBÛLKIRIN 
 
Sevîmlî, destnîşan kir ku biryara fesixkirina peymanê ne biryareke hiqûqî ye û got: "Gava ewilî hat îmzekirin, Meclîsê û Desteya Wezîran qebûl kir. Li gor hiyerarşiya norman, di asta qanûnê de bû. Em jê re dibêjin 'qaşo fesixkirin'. Ji lew re ji bo ev qanûn bê betalkirin, divê çawa hatibe bi wî awayî bê berterefkirin. Niha di pratîkê de erkên meclîsê hatine kêmkirin, lê belê diviyabû meclîs jî xwedîgotin bûna. Lê rabûn bi biryarnameyeke serokkomartiyê fesix kirin. Ev yek di warê îdarî de jî dibe cihê pirsgirêkê. Ji bo qebûlkirina biryara fesixkirinê, 3 wext meh heye. Ê ev biryar ji Yekîtiya Ewropayê jî bê pirsîn, dibe ku qebûl nekin. Ji lew re bi awayekî zelal, xespkirina erkê ye." 
 
Ê MERCIYÊN EDLÎ PASÎF BIBIN 
 
Sevîmlî, diyar kir ku biryara fesixkirin dê bandorê li merciyên edlî jî bike û got: "Me di bûyerên tahdekirinê de biryarên xwe yên parastinê disipartin peymanê û qanûnê. Li gor peymanê biryarên parastinê dihatin girtin. Ceza dihatin birîn. Erê, merciyên edlî pasîf bûn, lê peymanê dikir ku merciyên edlî tevbigerin. Tahde tim hebû, lê bi peymanê re têkoşîna me jî xurt bûbû. Gava em parêzer me serî li merciyên edlî dida, di dest me de hincet (deng û dîmen) hebûn, lê me bi zorê biryara parastinê dida girtin. Ji lew re di dest me de metneke têkûz hebû. Lê niha bi vê qaşo fesixkirinê re qad hinekî vala bûye. Heger biryara fesixkirinê ya Tirkiyeyê bê qebûlkirin, ê dîmeneke xirab derkeve holê." 
 
ÇALAKÎ
 
Sevîmlî, anî ziman ku ji bo ku îqtidar dev ji vê biryarê berde divê jin li her derî çalakiyan li dar bixin û got: "Di demên dawî de têkoşîna jinê sîrayetî her derê cîhanê kir. Li gelek deverên Tirkiyeyê gelek çalakî dihatin lidarxistin. Divê jin dev ji van çalakiyan bernedin. Em parêzer jî em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
MA / Ergîn Çaglar-Cengîz Ozbasar