Ji bersûcên destdirêjiyê re 18 sal ceza hat xwestin

  • jin
  • 13:55 13 Nîsan 2021
  • |
img
WAN - Dozger di danişîna 3’yemîn a doza derbarê wezîfedarên ewlekariyê li Navenda Paşde Şandinê ya Wanê ku destdirêjî Z.N. ya ji Îranê kiribûn de biryara xwe da. 
 
Li Navenda Paşde Şandinê ya Wanê wezîfedarên ewlekariyê Î.H.K., Y.V. û kesek hêj nehatiye teşhîskirin destdirêjî Z.N. a ji Îranê kiribûn. Derbarê van kesan de ji sûcê “êrişa biwesf a zayendî” doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a dozê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Bersûc bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Gelek parêzer dozê şopandin. Bi hêceta pandemiyê destûr nehat dayîn rojnamevan danişînê bişopînin. 
 
Danişîn bi biryar ango mutalaya dozger amade kiribû dest pê kir. Dozger xwest herdu bersûc ji sûcê “êrişa biwesf a zayendî” ji 12 salan heta 18 salan werin cezakirin. Bersûcan îdiayên derbarê xwe de red kirin û xwestin werin beraetkirin. 
 
Parêzerên bersûcan ji bo li dijî mutalayê parastinê bikin daxwaza demê kirin. 
 
Parêzerên Z.N. xwestin bersûc bi sûcê di mutalayê de werin cezakirin û cezayê wan neyê kêmkirin. 
 
Dadgehê derbarê bersûcan de dewama girtinê da û danişînê taloqî 8’ê tîrmehê kir.