Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin

  • jin
  • 14:57 12 Nîsan 2021
  • |
img
ÎZMÎR – Meclisa Jinan a HDP’ê plansaziya xebata “Ji xizaniya jinê re na” ku li Herêma Egeyê starta wê li Îzmîrê hat dayîn, aşkera kir û ev tişt got: “Em ê destûr nedin ku keda me bê xwarin û tune bê hesibandin.”
 
Meclisa Jinan a HDP’ê, bi daxuyaniyekê starta xebata “Ji xizaniya jinê re na” ku di çarçoveya kampanya “Ji bo jinan edalet” de daye destpêkirin da. Daxuyanî, li Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hat dayîn. Hevseroka HDP’ê ya Bajar Besriye Tekgur, Parlamentera HDP’ê ya Bajar Serpîl Kemalbay û Endama Koordînasyona Jinan a Navendî Besna Çelîk tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
‘BEDÊLA QRÎZÊ JIN DIDIN’
 
Hevseroka HDP’ê ya Bajar Besriye Tekgur, di civînê de axaivî û di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên li dijî jinan tên meşandin û got ku zihniyeta serdest a zilam jinê li tu qadê tehemûl nake û ji ber bedêla qrîza aborî jin didin. Tekgur, piştre derbarê xebatên ku bikin de axivî û ev tişt gotin: “Di çarçoveya xebatên ku em bikin de em dixwazin pirsgirêkên jinan di cih de tespît bikin û bibin hêza çareseriyê. Em ê bi jinên kedkar re bên gel hev.”
 
Tekgur, têkildarî xebatên ku bikin ev agahî parve kirin: 
 
“* 13’ê Nîsanê: Wê jinên ku li tekstîlan serê parçeyê dixebitin û jinên roman bên ziyaretkirin.
 
* 14’ê Nîsanê: Jinên ku dolmeyên mîdyeyan çêdikin, nan li tendurê dixin, bi awayekî seyar tiştan difiroşin bên ziyaretkirin. Dîsa di heman rojê de bê bi saziyên jinan re li ser xizaniyê civînek bê kirin. 
 
* 15’ê Nîsanê: Li Aydinê bi jinên ku li erdên tûfirengiyan û atolyeyan dixebitin bên ziyaretkirin.”
 
‘DI HEDEFA XIZANIYÊ DE JIN HENE’
 
Piştî Tekgur Parlamenter Kemalbay jî axaftineke kurt kir û destnîşan kir ku di hedefa xizaniya ku bi pandemiyê re zêde bûye de jin hene û wiha got: “Weke HDP me bang li desthilatê kir ku li dijî vîrûsa koronayê piştgiriya aborî bide jinan. Me timik vê parast. Lê desthilatê guh neda tu bangî qrîza aborî kûrtir kir. Ji vê jî herî zêde jin bi bandor bûn.”