Li Rihayê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 10:01 11 Nîsan 2021
  • |
img
RIHA – Li Rihayê, hat angaştkirin ku dayika zarokekî F.S. întihar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. 
 
Li Rihayê, hat angaştkirin ku dayika zarokekî F.S. întihar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. Hat angaşt kirin ku F.S. piştî ku bi malbata xwe re nîqaş kiriye xwe darve kiriye. Li ser agahardarkirina xizmên wê ambûlansa ku hat cihê bûyerê F.S.  bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehme Akîf Ersoy û hat diyarkirin ku jiyana xwe ji dest daye. Piştî karê otopsiyê cenazeyê F.S.  rakirina morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.