Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e

  • jin
  • 13:55 9 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê bi rojnamevanên jin re civiya û got: “Fesixkirina Peymana Stenbolê berdewamiya darbeyên li ser destkeftiyên jinan e.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan têkildarî biryara vekişîna Tirkiyê ya ji Peyamana Stenbolê li Otela Taksîm Hill a Stenbolê bi rojnamevanên jin re civiya û ji bo peymanê divê çi were kirin nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Gelek rojnamevanên jin û parlamenterên HDP’ê yên jin beşdarî civînê bûn. 
 
Bûldan di civînê de axivî û bi bîr xist ku Peymana Stenbolê ya ku mafê mîsogeriya bi milyonan jin diparêz nîvê şevekê hatiye fesixkirin û got: “Ev biryara vekişînê darbeyeke li dijî jinan. Li gelek darbeyên hatine kirin darbeyek din zêde bû. Helbet ev darbe ne ya ewil e. Ev darbe ne ji nişke ve û ne jî bi yek carê hatiye kirin. Fesixkirina Peymanê berdewama darbeyên li dijî destkeftiyên jinan e.” 
 
‘HDP PARTIYA NAVNÎŞANA TÊKOŞÎNA JINAN E’ 
 
Bûldan destnîşan kir ku newekheviya zayendiya civakî û tundiya li ser jinan xwedî dîrokek kevnar e û HDP partiya jinan, têkoşîn û HDP navnîşana destkeftiyên jinan e. Bûldan got ji ber vê yekê jî HDP her tim bi êrişên yekperest ên îqtidarê re rûbirû dimîne. Bûldan anî ziman ku partiya wan HDP’ê bi her cûre kirinên xwe hem ji bo jinan û hem jî ji bo civakê partiyek rêber û mînak e. 
 
‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’ 
 
Bûldan destnîşan kir ku ew carek din diyar dikin ku ew ê qet fesixkirina Peymana Stenbolê qebûl nekin û got: “Bi awayekî dijhiqûqî Peymana Stenbolê hatiye fesixkirin. Axaftin û nîqaşên li ser fesixkirina Peymanê gelek girîng in. Peymana Stenbolê metneke ku bi îmzeya hemû partiyan hatiye qebûlkirin. Lê bi biryara pergala yek zilam hat fesixkirin. Ev li dijî qanûna bingehîn e jî. Îradeya yek zilamî qet û qet bi ser îradeya gel re nîne. Em qet û qet qebûl nakin. Ji bo vê yekê jî têkoşîna hevpar gelek bi qîmet e.” 
 
Piştî axaftina Bûldan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.