Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin

  • jin
  • 13:27 9 Nîsan 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Li Sîlîfkê, cenazeyê Berrîn Dalyaoglû Keskîn a 10 rojbûn agahî jê nedihat girtin, di pîrekê de hat dîtin.
 
Li navçeya Sîlîfkê ya Mêrsînê, jina bi navê Berrîn Dalyanoglû Keskîn a ku 10 rojbûn agahî jê nedihat girtin, bi awayekê kuştî hat dîtin. Li gorî agahiyan, Dalyanoglû di 30’ê Adarê de, ji bo ku maleke zozanan kirê bike, diçe Taxa Mara û carek din agahî jê nayê girtin. Malbata Dalyanoglû, li ser vê yekê di 2’yê Nîsanê de diçe qereqolê û serlêdana windabûnê dike. Ekîbên eskerî ji bo ku Dalyanoglû bibînin, dest bi lêgerînê kirin. Eskeran di lêgerîna kirin de, tespît kirin ku kevirên deve bîra nêzî mala zozanan ji cihê wê hatine rakirin. 
 
Di kontrola di bîrê hat kirin de, cenazeyê Dalyanoglû hat dîtin. Hat tespîtkirin ku kesên Dalyanoglû qetilkirine, xwestine bi keviran ser cenazeyê wê bigirin.
 
Cezayê Dalyanoglû ya ji bîrê hat derxistin, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.