Di doza tecawizê de delîl windabûn

  • jin
  • 13:29 7 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE - Di doza Hasan Bîlgîlî yê bi sûcdariya tecawîzî Ç.B. kiriye tê darizandin de, derket holê ku li Nexweşxaneya Bajêr, ji ber li ser mînakên xwîn û mîzê yên ji Ç.B. hatin girtin, nehatiye nivîsandin ku “bûyer edliye”, hatine avêtin.
 
Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî li Enqerê di 2’yê Nîsana 2019’an de, li Navenda Cerahî û Ortopedî ya Veterîner VCOM’ê bi hinceta tecawîzî bijîşka beytarê Ç.B. kiribû hatin girtin û piştî îtîrazê serbest hatibû berdan. 4’emîn doza derbarê bijîşkên beytarê Serkan Dûrmaz û Jinekolog Dr. Huseyîn Şenyûrt ên ji bo ku delîlan ji holê rabikin alîkariya Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî kiribûn de hatibû vekirin, li 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Gelek jin û parêzerên aliyan beşdarî danişînê bûn. 
 
BERÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ
 
Kolektîfa Jinan a Beytepe, berî danişînê li ber edliyê daxuyanî da çapemeniyê. Tugçe Çapûtçû ya di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em ê dev ji vê doza mafdar a li dijî tundiyê bernedin. Bi armanca piştevaniya hevala xwe ya beytar em li vê derê ne. Delîlên şênber ji holê hatin rakirin. Pêvajoya bi şantajê dest pê kir emê teslîmî bêedaletiyê nekin. Emê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê dewam bikin.”
 
NIMÛNEYÊN LI NEXWEŞXANEYA BAJÊR WINDA NE
 
Piştî danasîna nasnameyê, dest bi  danişînê hat kirin. Derbarê ewraqên ji bo dosyeya hatibûn de agahî hat dayîn. Derket holê ku li Nexweşxaneya Bajêr, ji ber li ser mînakên xwîn û mîzê yên ji Ç.B. hatin girtin, nehatiye nivîsandin ku “bûyer edliye”, hatine avêtin.
 
Dûre parêzera Ç.B. Asli Arihan mafê parastin girt û got: “Ji ber ku nimûneyên li Nexweşxaneya Bajêr, winda bûn, gilî kirine. Di heman demê me derbarê kesên nimûne girtin û rapor amadekirine jî gilî kir. Lêpirsîn dewam dike. Temamiya delîlan hatine windakirin. Ev jî dide nîşandan ku delîl ji holê hatine rakirin.”
 
Arihan, di heman demê de, diyar kir ku wan xwestiye bersûc Hasan Bîlgîlî bê girtin û ev daxwaza xwe dubare kir.  
 
Ç.B. dûre di danişînê de axivî û wiha got: “Tiştên hatin serê min pir zorin. Her ku pêvajo dirêj dibe, zor û zehmetiyên min jî zêde dibin. Ne girtina bersûc hestên min ên edaletê kêm dike. Ez dixwazin bersûc bên girtin û cezayê herî giran li wan bê birîn. Du sal derbas bûn. Ez nikarim qebûl bikim ku bersûc derve de bin. Bersûcan roja bûyerê ji min re gotibûn, ‘Destê me dirêje, tu ne ya ewilî, em ê te bikujin.’ Ez bi kuştinê tehdît kirim. Dibe ku her kêlî ez bêm kuştin.” 
 
DÎSA BIRYARA GIRTINÊ NEHAT DAYÎN 
 
Şandeya dadgehê, biryar da ku kêmasiyên di dosyayê de bên temam kirin, daxwaza girtina bersûcan red kir û danişîn taloqî 7’ê Tîrmehê kir.
 
Parêzera Ç.B. Asli Arihan, piştî danişînê li ber edliyê daxuyaniyê kurt da û wiha got: “Em bi derzî bîrê dikolin. Em têkoşîneke edaletê ya cîdî didin. Ji dest pê kê em dibêjin delîl ji holê tên windakirin. Rastiya vê yekê jî derket holê. Ev du salin muwekîla min tê mexdûrkirin. Divê ev mexdûriyet ji holê bê rakirin.”