Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin

  • jin
  • 09:01 7 Nîsan 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu ku piştî qeyûm tayinî şûna wan hatibûn kirin hatibûn girtin û piştî 16 mehan hatin berdan, anîn ziman ku dê têkoşîna xwe ji cihê mayî bidomînin. 

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê di 16'ê Mijdara 2019'an de qeyûm tayina Hevşaredara Stewra Mêrdînê Gulîstan Oncu û Hevşaredara Qoser a Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz kiribûn. Piştî qeyûm hatibû tayinkirin Yilmaz û Oncu hatibûn girtin. Elîk û Oncu piştî 16 mehan di 1'ê Nîsana 2021'ê de hatin berdan. 
 
Elîk û Oncu destnîşan kirin ku dê têkoşîna xwe ji cihê mayî bidomînin. 
 
'MAFÊ ME YÊ JIYANÊ BINPÊKIRIN'
 
Elîk, diyar kir ku pêvajoya qeyûmatiyê beriya hilbijartinê hatiye plankirin û îqtidarê gotibû "heger bi ser bikevin jî em ê qeyûm tayin bikin" û got: "Li Tirkiyeyê HDP, partiyeke xwedî temsîliyet e li Meclîsê. Bi tayinkirina qeyûman xwestin HDP'ê îllegalîze bikin. Me di hilbijartinê de li vir ji sedî 70'ê dengan wergirt. Em 7 mehan jî li ser kar neman. Mazbatayên me dereng dan me. Amadekariya tayinkirina qeyûm dikirin. Bi îdiayên elewtewşo û derewîn xwestin qeyûman rewa bikin. Hîn em neçûbûn şaredariyê bêbextî xistin stuyên me, gotin 'alayê daxistine.' Pêdiviya HDP'ê bi tiştên wisa tune ye. Jixwe ya ku siyaseta Tirkiyeyê diyar dike HDP ye. Em 7 mehan jî li ser kar neman. Lê em 16 mehan di Girtîgeha Tarsûsê de man. Mafên me yê jiyanê binpêkirin." 
 
‘EM Ê JI CIHÊ MAYÎ BIDOMÎNIN' 
 
Elîk, anî ziman çendî ku qeyûm hatibe tayinkirin jî, ê li cihê wan dagir kiriye karmendek e û got: "Em li cem gelê xwe ne. Em siyaseta xwe ji cihê mayî bidomînin. Dibe ku avahî hatibe dagirkirin, lê vîna gel tune tê hesibandin. Hê jî şaredara fermî ez im. Gel berteke baş nîşan da û di Newrozê de peama xwe da." 
 
ONCU: Ê HESAB BIDIN 
 
Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu jî destnîşan kir ku tayinkirina qeyûman berê hatiye plankirin û a hatiye kirin polîtîkayeke qirêj e. Oncu, bibîr xist ku ji Serokkomar Erdogan heya bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû gelek rayedarên Tirkiyeyê beriya hilbijartinê gotine HDp bi ser biikeve jî dê qeyûman tayin bikin û got: "Em 6 mehan li ser kar man. Em li mala xwe, li karê xwe bûn. Em bi tu derê ve nediçûn. Lê avêtin ser malên me, em binçav kirin û girtin. Tiştek jî tune bû. Armanca wan tenê tayinkirina qeyûm bû. Em ji ber fealiyetên partiya siyasî hatin tawanbarkirin. Civînên em tevli wan bûn, civînên pariya me bûn. Şahidên sexte afirandin. Bi vî awayî em 16 mehan mexdûr kirin. Bêhiqûqîtî bû. Çi wext dibe bila bibe dê hesabê vê bidin." 
 
‘EM Ê BIDOMÎNIN' 
 
Oncu, diyar kir ku gava hatiye Stewrê û çav bi halê bajêr ketiye li ber ketiye û got: "Stewrê paş de birine. Bajarekî ev qasî xweşik, bajarekî biçûk, xwezaya wê xweşik, di nav toz û telazê de hitine." Oncu, destnîşan kir ku dê wekî berê karê xwe bidomînin û got: "Me di hilbijartinê de anîbû ziman. Em ê li nav çar dîwaran kar nekin. Niha em ne li şaredariyê ne, lê dîsa jî em ê xizmeta xwe bidomînin. Çi bikeve ser milê me em ê bikin." 
 
ÇALAKIYA GIRTIYAN 
 
Her du hevşaredara Oncu û Elîk bal kişandin ser rewşa girtîgehan û diyar kirin ku ji ber pandemiyê şert û mercên giran bûne û daxwaza girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ew e ku derve bibe dengê wan. 
 
MA / Ahmet Kanbal