Beriya doza Kocabaş banga piştevaniyê

  • jin
  • 11:36 5 Nîsan 2021
  • |
img

MANÎSA - Bavê Gulnûr Kocabaş a li Manîsayê hatibû qetilkirin Umît Kocabaş, beriya danişîna sibê were dîtin banga piştevaniyê kir û wiha got: “Keça min kuştin, me nikarî bibin asteng lê ji bo ku keçen me yên din zirarê nebînin dixwazin bersûc bi cezayê herî giran bê cezakirin.” 

Yûsûf Akbûlût (27) di 28’ê Gulana 2020’an de dema Gulnûr Kocabaş (22) ji mala xwe ya Taxa Alaybey a navçeya Şehzadeler a Manîsa ji bo biçe kar derket, qetil kir. Wê danişîna duyemîn a Akbûlût ê bi sûcdariya “Kuştina bizanebûn” tê darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê bê dîtin. Bavê Gulnûr Kocabaş a li Manîsayê hatibû qetilkirin Umît Kocabaş, beriya dozê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û xwest bersûc bi cezayê herî giran were cezakirin.
 
‘JI BO CEZAYÊ WÎ BÊ DAXISTIN DEREWAN DIKE’
 
Kocabaş, diyar kir ku keça wî ji bo bixebite ji Kutahyayê diçe li Manîsayê bi cih dibe û wiha got: “Keça min ji bo bixebite û alîkariya me bike çû Manîsayê. Bersûcê ku keça min kuşt bi gotina ‘em heval bûn me dixwest bizewicin’ derewan dike. Keça min gelek caran ji serkarên xwe re jî gotiye ku tê acizkirin. Armanca wî ya vê derewê ewe ku cezayê wî bê daxistin. Kesekî ku bixwaze tenê biaxive çima çekê bi xwe re dibe.”
 
‘EM BAWER NAKIN KU POŞMAN E’
 
Kocabaş, anî ziman ku keça wî keseke ku ji aliyê herkesê ve dihat hezkirin û wiha berdewam kir: “Keça min hêj 22 salî bû. Xeyalên wê hebûn, kêfxweş bû weke navê xwe weke gulekê bû. Ew kesê ew kuşt canê me jî wergirt. Di danişîna ewil de got ‘ez poşman im, dixwazim bêm berdan’. Em weke malbata wê bawer nakin ku poşman e. Çeka ku di erebeya wî de nîşan dide ku amadekariya cînayetê kiriye.”
 
‘DIVÊ CEZAYÊ HERÎ GIRAN BIGIRE’
 
Kocabaş, da zanîn ku piştî keça wê hat kuştin li Tirkiyeyê bi sedan jin hatin kuştin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vî welatî ku her roj jin tên kuştin de divê kujer cezayê herî giran bigirin. Keça min kuştin, me nikarî bibin asteng lê ji bo ku keçen me yên din zirarê nebînin dixwazin bersûc bê daxistina cezayî bi cezayê herî giran bê cezakirin. Em weke malbata wê dê heta dawiyê şopdarê dozê bin. Em herkesê vedixwînin piştevaniya doza xwe.”
 
MA/Sevda Aydin