Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 11:04 2 Nîsan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya meha adarê aşkera kir û li gorî raporê 28 jin hatin kuştin. Mirina 19 jinan jî bi guman e. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Adarê aşkera kir.  Li gorî raporê, 28 jin di meha Adarfê hatin qetilkirin û  sedama mirina 19 jinan nehat zanîn.
 
Di raporê de wiha hat gotin: "Sedema kuştina 19 jinan ne diyar e. Jinek ji ber sedema aboriyê û 7 jin jî ji ber daxwaza doza weqetandinê hatin kuştin. 13 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicandi ve hatin kuştin. 4 jin ji hêla naskiriyên xwe ve hatin kuştin. 3 jin ji hêla mêrê ku pê re dijî ve hat kuştin. 3 jin ji hêla mêrê ku ji weqetiyayî ve hatin kuştin. Ji sedî 64 jin li malê hatin kuştin. 14 jin bi çekê hat kuştin. Nehat zanîn ku 19 jin bi kijan hincetê hatiye kuştin." 
 
Her wiha di raporê de bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê jî hat dayîn û hat gotin, ew ê xwedî peymanê derkevin.