Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!

  • jin
  • 09:01 2 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'a Enqereyê Zeyno Bayramoglû ku cezayê hepsa malê lê hatiye birîn got: "Heger ji deh payên vê pêkanînê payek tenê ji bo mêrên tahdeyê dikin bikirina, îro nikaribûne dest bidana mûyek porê jinekê jî." 

 
Di 19'ê Adarê de li Enqereyê di avêtina ser malan de rêvebirên HDP'ê jî di nav de 10 kes hatibûn binçavkirin. Dadgehê li 3 kesan cezayê hepsa malê birîbû û 7 kes jî bi şertê kontrola edlî berdabûn. 
 
NE DIYAR E YÊ KENGÎ BIQEDE
 
Yek ji kesên cezayê hepsa malê lê hatiye birîn jî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'a Enqereyê ye Zeyno Bayramoglû ye. Teblîxat gihaştiye ber destê Bayramoglûyê û niha jî tê payîn ku dê kelmeçyea elektrînîk li nigê wê bê xistin. 
 
Di teblîxata ji Bayramoglûyê re hatiye şandin de, nehatiye diyarkirin ku dê lêpirsîn heya kengî bidome. 
 
Bayramoglû, diyar kir ku di lêpirsînê de hatiye diyarkirin ku heya lêpirsîn bidome dê ev ceza bidome û got: "Belkî dozger di 3 salan de îdianameyê amade bike." 
 
Bayramoglû, anî ziman ku tam nizanin bê ji ber çi tên tawanbarkirin û got: "Ê hevalên me yên parêzerê li ser bisekinin. Belkî heya îdianame bê amadekirin, em hîn bibin bê ka çi bûye." 
 
ARMANC BÊDENGKIRIN E 
 
Bayramoglû got: "Ev biryara, we ji hemû xebatên siyasî dûr dixe. Qada we ya xebatê teng dike. Nahêle hûn tiştekî bibêjin, tevli tu çalakiyê bibin. Bi vî awayî dixwazin me bêdeng bikin." 
 
Hayatı boyunca yasaklara karşı mücadele ettiğini söyleyen Bayramoğlu, “Yasak kararını görünce, her dakika kendimi sokağa atmak istiyorum. Ancak bu süreçte dayanışma çok büyüktü” ifadelerini kullandı.
 
Bayramoglû, diyar kir ku bi qanûna înfazê re mêrên tahde li jinan dikin hatine berdan û bi tu awayî kelemçeya elektronîk li nigên wan nehatine xistin û wan bera dane. Bayramoglû got: "Ma qey em ji kujeran talûketir ein? Em ehlê jiyanê ne. Em siyaseteke demokratîk dikin. Lê radibin me kelemçe dikin û kujer, tacizckar û tecawizkaran jî ber didin." 
 
Bayramoglû, bilêv kir ku ev qas jin tên kuştin lê belê kujer hîn jî li derve digerin. Bayramoglû, diyar kir ku mêr hêzê ji bêcezatiyê digirin û got: "Heger ji deh payên vê pêkanînê payek tenê ji bo mêrên tahdeyê dikin bikirina, îro nikaribûne dest bidana mûyek porê jinekê jî." 
 
Bayramoglû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku beriya van cezayan jî dengê xwe bilind dikirin û hildiberandin û wê ji niha pê ve jî dengê xwe bilind bikin û hilberînin. 
 
MA / Zemo Aggoz