Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin

  • jin
  • 09:00 1 Nîsan 2021
  • |
img

AGIRÎ - Fatma Altinmakas, piştî tecawizî wê hatibû kirin, zilamê pê re zewicandîbû ew kuştibû. Parêzerê Altinmakasê Mîr Bedirhan Ayaz, diyar kir ku lêpirsîn baş nehatiye kirin û dê giliyên kesên ji bo cinayetê "biryarên hevpar" girtine bikin. 

Li navçeya Milazgir a Mûşê, ferdên malbatê tecawizî Fatma Altinmakasê kiribûn û zilamê pê re zewicandî Kazim Altinmakas jî di 14'ê Tîrmeha 2020'an de ew kuştibû. Danişîna ewil a derbarê kuştina Altinmakasê de duh na pêr hat lidarxistin. Danişîn li Panos a Agirêyê hat lidarxistin. Di danişînê de şahid hatin guhdarkirin. Şahidan, di îfadeya xwe de destnîşan kir ku birayê Altinmakas, Sînan Altinmakas bi awayekî sîstematîk tecawizî Fatma Altinmakasê kiriye û gef lê xwarine. 
 
Lê tişta ecêb jî Sînan Altinmakasê tecawizî Fatma Altinmakasê kiriye jî wekî "şahid" hat guhdarîkirin. Altinmakas, di danişînê de tawanbariya tecawizkirinê red kir û got: "Birayê min bi tena serê biryara kuştinê negirt. Gava çûm girtîgehê cem wî, ji min re got, bi fermana mezinên malbatê hevjîna xwe kuştiye. Civînek çêkirine û ev biryar girtine." 
 
Parêzerê Fatma Altinmakasê Mîr Bedirhan Ayaz, danişîna ewil nirxand. 
 
Ê GILÎ BIKIN 
 
Ayaz, diyar kir ku meqama îdiayê ewilî îhtimala "cinayet bi biryara malbatê hatiye kirin" esas negirtibû, lewma lêpirsîn baş baş nehatiye kirin û îdianame jî li ser van kêmasiyan hatiye amadekirin. Ayaz, destnîşan kir ku divê cinayeta "wekî cinayeteke sêwirandî û toreyê" bê qebûlkirin û got: "Lêpirsîn, baş nehat kirin." Ayaz, diyar kir ku beyanên li dnaişînê delîl in ji bo dozê û dê giliyên kesên din jî bikin ku Sînan Altinmakas navên wan gotine. 
 
Ayaz, anî ziman ku cinayetên jinan hemû polîtîk in û tiliya pergala serdest a bavkaniyê tê de heye. Ayaz, destnîşan kir ku xwişka wî bûye qurbana cinayeteke civakî û êrîşên li ser destkeftiyên wekî Peymana Stenbolê cinayetên bi vî rengî zêde dikin. Ayaz got: "Ê têkoşîna me ya li dijî hegemonyaya bavkaniyê bidome." 
 
Ayaz, destnîşan kir ku dê li dijî kesên qesda jiyana jinan dikin tim bitêkoşin. 
 
MA / Dîndar Karataş