'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’

  • jin
  • 14:04 31 Adar 2021
  • |
img
AMED – Li gorî rapora Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê ya “Li gorî biryarên dadgehê lêkolînên nifaqê” ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne.  
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, di encama lêkolîna xwe ya li ser 2 hezar û 97 dosyayên nifaqê bi navê “Li gorî biryarên dadgehê lêkolînên nifaqê” raporek amade kir. Navendê, rapora xwe li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Di civînê de Endama Lijneya Birêvebirina Baroya Amedê Hatîce Demîr axivî û armanca lêkolîna ku kirine aşkera kir.
 
‘ÊRIŞ BÊBINGEH IN’
 
Hatîce Demîr, diyar kir bi armanca ku daneyên şênber ên nîqaşa nifaqeya xizaniyê parve bikin, derbarê zehmetiyên ku jin dema berdanê dikişinin agahî bi dest bixin û nîşan bidin ku êrişên li dijî destkeftiyên jinan bê bingehin lêkolîn kirine û wiha got: “Nifaqe di bin sînorên xizaniyê de ne. Ji ber nêrîna zilam nîqaşa nifaqeyên ku ji bo jinan biryara wan tê dayîn lê nayên razandin nayê kirin. Divê rêjeyên nifaqeyê derkevin asta “pêwistiyên asgarî yên jiyanê” bên bersivandin.”
 
HURGILIYÊN RAPORÊ
 
Piştî Demîr Parêzer Asli Pasînlî jî raneyên ku di raporê de cih digirin parve kirin. Pasînlî, diyar kir ku hezar û 897 dosya derbarê “berdan”, “nifaqe”, “zêdekirina nifaqe” û “kêmkirina nifaqe” de ne û di nav dosyayan de tenê ji bo 342’an biryara nifaqeya xizaniyê hatiye dayîn. Pasînlî, destnîşan kir ku di nav salên 2017-2018’an de ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne û 8 ji wan jî di ser sînorê xizaniniyê de ne.