Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye

  • jin
  • 16:21 25 Adar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de got: "Ji Peymana Stenbolê deshilatdariya AKP-MHP'ê vekişiya, jin venekişiyan e." 

 
Li ser ferman û biryara Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan Tirkiye ji Peyaman Stenbolê vekişiya û bi vê yekê re Peyman hat betalkirin. Ji roja Peyman hatiye betalkirin heta niha aktîvîstên jin û rêxistinên jinan nerazîbûnên xwe tînin ziman. Îro jî rêxistinên li gelek navendan li dijî betalkirina Peymanê derketin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran tevî parlamenterên jin ê partiya xwe têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Başaran diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiya li jinan dewam dikin û got: "Demeke dirêj bi rengekî sergirtî meşand. Lê bi taybetî ji sala 2016'an ve rojane bi rêk û pêk êrişî destketiyên jinan, êrişî paşeroj û îradeya jinan dikin, bi vî rengî hewl didin li ser piyan bimînin. Desthilatdariya heyî desthilatdariyeke dijminatiyê li jinan dike, hebûna xwe bi vî rengî dewam dike."
 
Başaran bal kişand ser zext û zordariya desthilatdariyê ya li dijî jinan û anî ziman ku di rewşeke wiha de tenê di sala 2020'an de herî kêm 300 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
 
Başaran wiha got: "Di rewşeke wiha de ku tundî li jinan dihate kirin, deshilatdariyê Peymana Stenbolê kir mijara nîqaşê û bi israr li ser rawstiya. Herî dawî bi darbeyeke nîvê şevê 20'ê Adarê hate ragihandin ku ji Peymana Stenbolê vekişiyane. Bêguman ti aliyekî hiqûqî ya qebûlkirina vê nîne. Qanûn, Destûra Bingehîn li pêş çavan e. Ûsila qebûlkirina peymaneke navneteweyî eşkere ye. Serokê Giştî yê AKP'ê bi tenê ji Peymana Stenbolê vekişiya, jin ji vê peymanê venekişiyan. Bi êrişa li dijî Peymana Stenbolê hûn jinan di nava tundiyê de dihêlin."
 
Başaran herî dawî got: "Heta ku em jin Peymana Stenbolê neqedînin, mêrek nikare vê Peymanê ji holê rake."
 
RIHA
 
Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jînê ya Rihayê jî li avahiya xwe daxuyanî da û li dijî vekişîna ji Peymanê derket û hat gotin ew ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin. 
 
TJA Û MECLÎSA JINAN A HDP'A RIHAYÊ  
 
Aktîvîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'a Rihayê li avahiya HDP'a Rihayê daxuyanî dan û bertek nîşanî betalkirina 
 
STENBOL
 
Komîsyona Hiqûqê ya Piştevaniya Mor jî li Stenbolê daxuyanî da û bertek nîşanî betalkirina peymanê da û got: "Peymana Stenbolê ya me ye, em biryarên nas nakin." 
 
Li gelek bajarên din jî jin li dijî betlakirina peymanê derketin.