TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye

  • jin
  • 14:42 23 Adar 2021
  • |
img
ENQERE - TÎHV'ê têkildarî vekişandina Peymana Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku dewletê bi veşikîna vê peymanê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye. 
 
Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), têkildarî biryara Tirkiye ya vekişîna ji Peymana Stenbolê daxuyanî da. TÎHV'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku Îqtîdarê bi biryarnameya Serokomariyê Peymana Stenbolê ku jinan ji tundiyê diparêze fesih kiriye û wiha got: "Peymana Stenbolê peymana herî berfireh ku jinan û mafê jinan ji tundiyê diparêze ye. Li gel vê peymanê Tirkiye ji bo rê li pêş tundiya li ser jinê bigere tu gav neavêtiuye. 
 
‘164 KESÊN MAFÊ XWE PARASTIN HATIN BINÇAVKIRIN'
 
Jin û LGBTİ+ yên ji bo Peymana Stenbolê daxwazên xwe anîn ziman bi tundî û astengiyan re rû bi rû man. Li gorî dane û raporên Navenda Dokumantasyona TÎHV'ê di sala 2020'an de, polîsan herî kêm êrîşî 18 daxuyaniyên jinan û LGBTİ+an kirine. Di van mudaxaleyan de herî kêm 164 kes bi lêdanê binçav kirine. TÎHV'ê xwest tu kes li dijî vê vekişîna Peymana Stenbolê bêdeng nemîne û bêdengî wekî erêkirinê pênase kir.