Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir

  • jin
  • 12:37 20 Adar 2021
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê bertek nîşanî vekişandina îmzeya Peymana Stenbolê dan û diyar kirin ku îtîfaqa mêr a AKP-MHP'ê li dijî jinan ev peyman betalkirin û bi vê yekê dijminantiya jinan tescîl kirine. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê bertek nîşanî vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê dan. Piştî bi Biryarnameya Serokomariyê Tirkiye xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, bertek û nerazibûn zêde dibin. Meclîsa Jinan a HDP'ê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û îtîfaqa mêr a  AKP-MHP'ê li dijî jinan peyman betal kirine û wiha got: "Her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Her roj jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Îtîfaqa AKP-MHP'ê bi Biryarnameya Serokomariyê darbe pêk anî û peymana Stenbolê vekişand. Bi vê yekê dijminantiya jinê tescîl kirin. Em ê li dijî vê yekê li qadên Newrozê bertek û nerazibûnên xwe bilind bikin."