Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin

  • jin
  • 12:31 19 Adar 2021
  • |
img
MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê derbarê cînayeta Gulbahar Asabay de birayê wê hat girtin. 
 
Di 15’ê adarê de li taxa Qijlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li hemberî Gulbahar Asabay (25) ku hatibû mala malbata xwe êrişa çekdarî pêk hat. Asabay li cihê bûyerê bi giranî birîndar bûbûn û piştî ku rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
KUJER BIRAYÊ WÊ YE
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin de hat tespîtkirin ku kujerê Asabay birayê wê ye. Piştî tespîtkirinê kujer hat binçavkirin û hat girtin. 
 
Hat hînbûn ku zarokeke Asabay heye û ji ber pirsgirêkên ku bi hevjînê xwe re jiyaye vegeriyaye cem malbata xwe.