Li Wanê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 08:49 19 Adar 2021
  • |
img

WAN - Li navçeya Erdîşê dayika 4 zarokan Aysel Y., ji aliyê hevjînê xwe Remzî Y. ve bi çekê hat qetilkirin.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê jina 28 salî Aysel Y. dayika 4 zarokan ji aliyê hevjînê xwe Remzî Y. ê 31 salî ve bi çekê hat qetilkirin.
 
Remzî Y., piştî bûyerê agahî da ekîbên 112 û dûre ji cihê bûyerê reviya. Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Aysel Y. jiyana xwe ji dest daye. Ekîban cenazeyê Aysel Y. ji bo otosiyê rakirin morga nexweşxanyê û 4 zarokên wan jî ji bo parastinê birin Wanê. 
 
Hat destnîşan kirin ku Remzî Y. hîna jî nehatiye binçav kirin.