Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan

  • jin
  • 12:24 14 Adar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Londonê, bi hezaran jin, ji bo Sarah Everard a ji aliyê polîs Wayne Couzens ve hat qetilkirin, daketin kolanan.
 
Li paytexeya Înglistanê Londonê, jina 33 salî Sarah Everard di 3’yê Adarê de winda bû û piştî bi rojan cenazeyê wê hatibû dîtin. Polîsê bi navê Wayne Couzens bi gumana qetilkirina Everard hat binçavkirin û derxistin dadgehê. 
 
Piştî agahiya qetilkirina Everard hat bihîstin, bi hezaran jin şeva Şemiyê daketin kolanan. Lê polîsan êrişî jinan kirin. Polîsên Îngilîz, bi hinceta şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) destûr nakin ku ji du kesî zêdetir mirov li hev kom bibin. Polîsan bi vê hincetê xwestin çalakiya jinan asteng bikin. Lê jinan guh nedan astengî û qedexeyên polîsan û bi pankarta “Em ji sedî 97’in” çalakiya xwe dewam kirin. 
 
Polîsan di çalikiyê de hin jin binçav kirin.