Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan

  • jin
  • 12:51 13 Adar 2021
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê, li ser onlîne bi jinên Fîlîstînî re kom bûn. Jinan xwest nirxên hevpar ên dîrokî yên Rojhilata Navîn li ber çavan bên girtin û jin bêyî van nirxên dîrokî ji bîr bikin, bi hevre têbikoşin. 
 
Komîsyona Dîplomasiya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi jinên Fîlîstînî re bi rêya online kom bûn. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Endama Komîsoyna Têkiliyen Derve ya HDP'ê Ayşe Berktay, Berdevka Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera HDP'ê û Berdevka Masa Rojhilata Navîn Tulay Hatimogullari  û ji Cemîyeta Jinên Ereb û Civaka Dewleta Demokratîk a Ji bo Rizgariya Fîlîstinê Emel Ebu Ayşe û Nûnera Lubnanê Abeer Ahmed amade bûn. Jinan di civînê de anîn ziman ku jinên Rojhilata Navîn di dîrokê de xwediyê nirxên hevpar in û xwest ji bo van nirxên hevpar û dîrokî têbikoşin.