Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû

  • jin
  • 10:44 12 Adar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nexşeya “Di Siyaseta 2021'an de Jin" Tirkiye di nava meclîsên welatên cihanê de ji rêza 122'an daket rêza 129'an û paşve çû. 
 
Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Yekîtiya Nava Parlamentoyan (IPU), nexşeya sala 2021'an a Jinan a di Siyasetê de aşkere kir. Li gorî lîsteyê Tirkiye di nava meclîsan de paşve çûye. Tirkiye di meclîsan de ji rêza 122’an daket rêza 129'an û 7 rêz paşve çû. 
 
TIRKIYE DAKET RÊZA 129’AN
 
Li gorî nexşeya “Di Siyaseta 2021'an de Jin" Tirkiye di nava meclîsên welatên cihanê de ji rêza 122'an daket rêza 129'an û paşve çû. Heta 1'ê Çileya 2021'an di meclîsên neteweyî de rêjeya jinên wekîl, ji sedî 25.5 zêde bûn. Ev rêze di sala 2020'an de ji sedî 24.9 zêde bûbû. Li meclîsa Tirkiyeyê jî di nava meclîsan de ji 122’an daket rêza 129’an.