Jinên ku hatibûn binçavkirin wê derxin edliyeyê

  • jin
  • 10:46 11 Adar 2021
  • |
img
STENBOL – Jinên ku  ji ber tevli 19’emîn Meşa Şevê ya Femînîst a di 8’ê Adarê de hatibû li dar xistibûn bibûn hatibûn binçavkirin, tê payîn ku derxin edliyeyê.
 
Ji ber ku tevlî  19’emîn Meşa Şevê ya Femînîst a di 8’ê Adarê de li Taksîmê hatibû lidar xistin bûbûn, duh êvarê di operasyona ku hatibû lidarxistin de 12 jin hatibûn binçavkirin. Tê payîn ku jinên bi hinceta “heqareta li serokkomar” hatin binçavkirin, îro derxin edliyeya Çaglayanê. 
 
Ji jinên ku hatine binçavkirin navê 9 kesan ji wan wiha ne: Merve Bektaş, Zeynep Çakir, Îlayda Cantaş, Ebrû Sert,  Sedef Ozer, Pelîn Şahîn, Nîmet Tanrikûlû, Îlknûr Bîrol û Devrîm Çapar.